Kesayetekî serkeftî bû

Duşem 12 Hezîran 2023 - 13:43

Di 9’ê Hezîranê de Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, li bajarê Silêmaniyeyê bû hedefa êrişeke terorî ya MÎT’a Tirk. Di encama êrişê de Huseyîn bi giranî birîndar bû. Arasan, di berbanga sibeha 10’ê Hezîranê de tevî hemû hewldanan jî li nexweşxaneyê şehîd bû. 

Bala herkesî dibir ser xwe

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li parêzgeha Silêmaniyê Orhan Cotyar ku hevalê nêzîk ê Huseyîn Arasan bû, derbarê kesayet, têkoşîn û jiyana şehîd Huseyîn de ji Rojnews’ê re axivî û got: “Li her derê bi rêxistinî, dilsozî û baweriya xwe bal û hezkirina hevalan, nefret û hêrsa dijminan dikişand ser xwe. Dema hatî Silêmaniyê bi dilekî germ û bi coşeke mezin hemû jiyana xwe ji bo rêxistinî û têkoşînê feda kir. Bi ruhê welatparêzî û Kurdewarî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşiya.”

Em çok danaynin

Orhan Cotyar di dewama axaftina xwe de qala roja Huseyîn Arasan şehîd bûyî kir: “Wê rojê ez û şehîd Arasan bi hev re çûn ofîsa Komeleyê. Piştre karek ji bo min derket. Heta gihiştim cihê karê min, min xebera nexweş bihist. Şehîd Huseyîn Arasan hertim digot ‘Em li vir ruhê şoreşa rast û Apocîbûnê zindî dikin.’ Dijmin bi van êrişa dixwaze bêje em nahêlin welatparêzên Kurd bimînin. Bersiva me jî ji dijmin re ew e ku em jê natirsin, çok danaynin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.