• Dayîka girtiyê azadiyê Baran Eman, Zahîde Eman got: Ez heta dawî piştgiriya daxwazên kurê xwe yê mirovî dikim. Kes nikare vîna kurê min bişikîne.

EMRÛLLAH ACAR / MA / RIHA

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê li girtîgehên dewleta Tirk ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’  47 rojan li pey xwe dihêle. Herwiha Nobetên Edaletê ku xizmên girtiyan ên ji bo piştgiriyê zarokên xwe jî, bi îrade û biryardariyeke mezin dewam dike. 

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Baran Eman e ku di serdema berxwedana rêveberiyên xweser de di 14’ê Adara 2016’an li navçeya Mêrdînê, Nisêbînê hate girtin û 35 sal û 10 meh cezayê hepsê lê hate birrîn.  

Bavê Eman, Mehmet Eman û dayika wî Zahîde Eman ên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dimînin, anîn ziman ku ew xwedî li daxwazên zarokê xwe derdikevin.  

Bav Eman, bi bîr xist ku lawê wî Baran Eman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin û sala 2018’an 135 rojan, di sala 2020’an de jî 127 rojan bi heman daxwazan ketibû çalakiya greva birçîbûnê: “Lawê min beriya niha du caran kete çalakiya greva birçîbûnê. Em li bendê ne ku ev greva birçîbûnê ya vê carê encamê bigire. Divê di serî de tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were. Divê zextên li girtîgehê tavilê bên bidawîkirin. Em dixwazin ev şerê kor biqede. Bendewariyeke me ya welatekî demokratîktir heye. Em heta dawiyê li pişt daxwazên zarokên xwe disekinin. Daxwazên wan daxwazên me ne.”

Şert ji bo me hemûyan giran in 

Eman, diyar kir ku girtiyên li girtîgehê tên ragirtin, di şertên gelek giran de ne û got, “Birêz Ocalan sembolek e, demeke dirêj e nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Hem ji bo wî hem ji bo malbata wî rewşeke giran e. Dema mirov li rewşa birêz Ocalan dinihêre dibînin ku girtî di şertên çiqasî giran de dimînin. Hem ji bo malbatan hem jî ji bo girtiyan şert giran in. Şertên heyî her roja ku diçe girantir dibin.”

Zexta li girtiyan ji bo me peyam e 

Eman ji ber pêkanînên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de  banga hestiyariyê kir û got, “Divê rayagiştî hestiyar be. Her kî dibe bila bibe, li Tirkiyeyê Kurd, Tirk, Elewî, Sunî, erkdarên cemaweriyê jî di nav de, divê her kes hestiyar be. Banga me li her kesî ye; ji bo ku zextên li girtîgehan tavilê bi dawî bibin, ji bo çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe, her kes bila xwe bide ber vî barî. Bila êdî êş bi dawî bibin.”

Eman got, zextên giran ên li dijî girtiyan ji bo wan peyamek in û got, “Gefa li zarokên me tê kirin, weke gefa li me hatiye kirin e. Bêriya ku li van girtîgehan tiştên xerabtir biqewimin, divê çareseriyek were dîtin. Girtiyên nexweş divê tavilê bên berdan. Meseleya Kurd gihişt asteke cidî. Divê tavilê bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.”

Dixwazin girtiyan bitirsînin

Dayik Zahîde Eman jî bal bire ser wê yekê ku piştî girtî ketin çalakiya greva birçîbûnê, bi qedexeyan û cezayên disîplînê hewl tê dayîn girtî bên tirsandin û got, “Dema herî dawî ez bi lawê xwe re axivîm, got, ew ketine çalakiya greva birçîbûnê. Lawê min her cara digere dixwaze em qeyda deng bigirin. Got, ‘dibe ku di siberojê de lazim bibe’. Ez heta dawiyê li pişt lawê xwe me. Kes nikare vîna lawê min bişikîne. Ti pêkanîn nikarin vîna me bişikînin. Em ê heta dawiyê piştgiriya daxwazên wan ên mirovî bikin.”