- Gerîlayan li Heftenînê 8'ê Mijdarê di çalakiyekê de kepçeyek îmha kir û operatorê wê ceza kir.
Gerîlayan li Heftenînê 8'ê Mijdarê di çalakiyekê de kepçeyek îmha kir û operatorê wê ceza kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftenînê; 8'ê Mijdarê saet di 10:20'î de li Geliyê Pisaxayê, li quntara Girê Hêlizê, hêzên me bi rêbaza sabotajê li kepçeyeke dagirkeran xist ku dixwest ji bo dagirkeriyê rê çêke. Di encama çalakiyê de kepçeyek hate îmhakirin, operatorê kepçeyê hate cezakirin."
BEHDÎNAN