Kemal, Sedam, Kurd û huner

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Tîrmeh 2021 - 06:15

  • Cemîle Şahînê bi bîr xist ku ew keçeke ji malbateke Dêrsimî ye, û bivênevê di berhemên wê de şopa serpêhatiya malbata wê jî heye û bi awayekî ji awayan nîşanên siyasî jî tê de hene.

FEHMÎ KATAR
BERLÎN

"Bad People, Bad News (Mirovên Xirab, Nûçeyên Xirab)" înstalasyona film a nû ya hunermend Cemîle Şahîn e. Cemîle Şahîn, tevî endamê Komuna Film a Rojava Ersîn Çelîk li çalakiya Akademiya Huner (Akademie der Kuenste) a li Berlînê, li ser navgînên hunerê û stratejiyên berxwedana hunerî li sirgûnê peyivî. 

Herduyan minaqeşe kir a ka li dewletên rejîmên wan otorîter, huner li dijî sansurê xwedî maneyên çawa yên siyasî ye. Hunermendan hewl da bersivê bidin pirsên weke, huner li dijî propagandaya dîktatoriyan û saziyên wan ên medyayê çawa xwe digire? Huner ji bo miletên bêdewlet ên ku di meseleya gotina serhatiyên xwe de di rewşeke bi dezavataj de ne, xwedî hêzeke çawa ya bibîranîna dijber û gotinê ye?
 
Ji ber dîktatoran çi dimîne

Bi moderatoriya Clara Herrmann pêşî Cemîle Şahîn peyivî. Cemîle Şahîn ji bilî hunermendiya xwe bi romanên xwe Taxi û Alle Hunde Sterben (Kûçik hemû dimirin) li Elmanyayê navdar e. Di heman demê de bursiyera Akademiya Huner e jî. Cemîle Şahîn peyivî li ser berhema xwe ya ku bi rêbazên weke xêzkirin, vîdeo, çîrok û rêbazên din hilberandiye û niha jî li Pariser Platzê di pêşangê de nîşan dide. Ev înstalasyoneke film e, û 45 deqîqeyan dirêj e. Cemîle Şahînê bi bîr xist ku ew keçeke ji malbateke Dêrsimî ye, û bivênevê di berhemên wê de şopa serpêhatiya malbata wê jî heye û bi awayekî ji awayan nîşanên siyasî jî tê de hene. Wê got, ji ber ku di qirkirina Dêrsimê de Elmanya û Ingilîstanê destek daye dewleta Tirk, ew vê serhatiyê bi welatê niha lê dimîne yanî Elmanyayê ve jî girêdide. 

Destê Sedam û Ingilîstan

Wê got, di berhemên xwe de ew bi bûyerên dîrokî dadikeve yên ku di rojevê de îro zêde cihê xwe nagirin, lê tesîra xwe gelekî li îro dikin. Wê got, ew vê bi lênihêrîneke berfereh a arşîvan dibe serî. Cemîle Şahîn got, di berhemên xwe de ew nexşeyên miletên ev rejîmên dîktatoriyê zilmê li wan dikin nîşan dide, minaqeşe dike ka çi tê serê çandê, piştî ku dîktator tên qewitandin ev vediguhere çi. Wê got, wê di înstalasyona xwe ya dawî de berê xwe daye zirara DAIŞ´ê daye mîrateya dîrokî û abîdeyeke rejîma Sedam daye çêkirin. Ev abîdeya hanê, li Ingilîstanê hatiye çêkirin û paşê ji bo naskirina Sedam Hisên ê bi rastî, dexma tiliyên ji bo destê abîdeyê hatiye bikaranîn, tê bikaranîn.
 
Dengê li dijî bêdengiyê

Rojnamevan û derhêner Ersîn Çelîk jî li ser filma xwe li ser Berxwedana Sûrê, Ji bo Azadiyê peyivî. Wî got, "Li Sûrê ne tenê mirov, li wir bibîranîn û mîrate jî hatin tinekirin. Li hemberî vê hovîtiyê bêdengiyek hebû, me xwest bibin dengê li dijî vê bêdengiyê." 

Ersîn Çelîk di heman demê de endamê Komuna Film a Rojava ye jî. Wî ji bo armanca damezirandina komuna film got, heger li cihê şerî huner nebe, li wir tenê mirin heye. Wî got, wan xwestiye nîşan bidin ku mirovên dimirin ne tenê hejmar in. Wî her wiha trawmaya şewata Sînemaya Amûdê jî bi bîr xist û got, yek ji armancan jî ew e ku miamele bi vê trawmayê re bê kirin.  

Ersîn Çelîk rexne li hunermend û rojnamevanên rojavayî jî girt û got, hunermend, derhêner û rojnamevanên ji welatên rojavayî karê xwe yê li deverê weke safariyeke dibînin, dixwazin tecrûbeyên wan ên temenekî di deh rojan bidin hev û biçin. Wî wiha dewam kir: "Yanî berê çawa diçûn zêr û zîv dibirin, niha jî diçin dixwazin çîrok û serpêhatiyan bibin. Sermeselê, me kamerayek di sînor re bi zor di mehekê de derbas kir, bir Kobanê, lê ew dibêjin, hefeteyeke min heye, di hefteyekê dixwazim her tiştî hal bikim û biçim. Kurdên li Rojava jî bi pirsgirêk in. Ew jî sermeselê, dibêjin em dixwazin arşîvê çêkin, dixwazin çîrokan berhev bikin. Ew tên, em alîkariya wan dikin, lê piştre li me venagerin. Ev pirsgirêkeke mezin e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.