Kêliyên xwezayê li ser pûrtikan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Gulan 2021 - 05:44

Pûrtik ji mêj ve ji bo xemlê hatine bikaranîn. Heta îro bi xwe jî gava mirov li cilûbergên modeya bilind dibîne, gelek caran pirtikên hêştirme, tawis û teyrikê cinetê bi wan ve hene. Lê ew her wiha di nava xeml yan jî nîşaneyên statuya gelek miletên xwecihê de jî hene. 

Hunermenda li Alaskayê ji dayik bûyî û li wir mezinbûyî, Julie Thompson bi xwe, xemla wan jî dixemilîne. Ew li şûna tuwal yan jî kaxizê ji bo xêzkirinê pûrtikên cihê bi kar tîne. Carinan yek pûrtik ji bo berhemên wê yên ku ji xwezayê kêliyek in, lazim e. Carinan çendek. Carinan ev çend pûrtik bi hev ve ne, carinan ji hev qut. 

Julie Thompsonê di destpêka salên 1990´î de dest bi karê xwe yê hunerî kiriye û li ser pûrtikên ku ji teyr û çivîkên kedîkirî ketî, xêz kiriye. Lê ev karê hanê ne besît bû ji bo wê. Li ser her berhemê ew qederê 18 saetan kar dike. Lê encama vê kedê jî bedewiyek e ku mirov bi heyranî dixwaze lê binihêre.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.