Wênegir Anthimos Ntagkas li kolanan dide pey kêliyên balkêş û gelek caran di karê xwe de bi ser dikeve. Nihêrîn û çavdêriyeke wî ya xurt heye û ev yek dibe bingehê wêneyên wî yên ku li kolanan digire. Gelek caran jî tiştên komîk û tesadûfî digire û qeyd dike. 

Gelek caran ew li cihekî disekine û li bendê dimîne da ku insan yan jî zindiyekî din bikeve kemîna wî. Ji ber ku dema mirov li wêneyên wî dinihêre, mirov baş hizir dike ku ew nêçîrvanekî xurt ê kêliyên zeman e. Her wiha ew têra xwe jî afirîner e û awayên dîtinê yên nû nîşanî bîner dide. 

 

Anthimos Ntagkas dide zanîn ku ew ti carî cihekî diyar nake, li ku be ji wir wêneyan digire. Anthimos Ntagkas dibêje, “Ez insanan bi hin malzemeyan re digirim. Di vî warî de gelek babet hene, heta mirov dikare bibêje bê dawî ne ev babet. Ji lewma ez ti carî îlhama xwe winda nakim. Tenê qefaltina van kêliyan têrê nake, divê mirov karibe bi perspektîfên cuda li hin meseleyan binihêre û binirxîne. Ji bo vê yekê jî divê hûn di warê hunerî de pirr xurt bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN