Keleh û Bendera Çemê Kertizê Erciş

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 25 Hezîran 2021 - 10:53

Mixabin ku di belgehên bajarok û bajaran de, heta di nava xebatên arkeologan de navên hemû kelehan tine. Her wiha şaredariya Ercişê jî hewl nedaye ku hemû kelepora dîroka navçeya xwe lêbikole û pêşkêşî gelê xwe bike. Bi ya min ev ne tenê kêmasî ev şerm e. Dema mirov dikeve nava lêgerînê, ji çevkaniyên Arkeolojîk bigire hetan çiyager û xwezaparêzan diçe, li dîroka hin gundan dinêre bi awayeke rasthatî tûşê hin navên dîrokî û kelehên dîrokî yên hatine ji bîrkirin dibe. Ev keleh jî wisa bi awayekî tesadufî derket pêş min. Mixabin ku gelek caran navên gundan, çeman yên Kurdî jî nayên zanîn, nivşê ciwan hîç nizanin, wisa biçe, ew navên qedîm, çend nivş dû re tev de tên ji bîrkirin. Dagirkerên Tirk û îslamîstên wê înternet wisa lewitandine, mirov bê daneyên bi her awayî tehrîfkirî tişteke din nabîne. Heta bê ku ji bala cihanê jî şerm bikin, Carna “Urartu Türklerînin kalesî” jî dinivîsînin. Lema ev rêzenîvs û xebat bi gelek kêmasiyan jî dagirtî be, ji bo dîroka me pir girîng e. Divê her kes bibe alîkar. Heta her kes navên cigeh, kevir, newal, çem, çemok, gir, berpal û çiyayên xwe binivîsine û ragîhîne, saziyên bi ziman û dîrokê re têkildar. Eger derfetê wan hebe, bi agahiyên têr wek berhemekê biweşînin.

Em niha werin vê keleha xwe ya em nû bi ser ve bûne. Ev keleh li rojhilatê çemê Kertizê (Delîçay) ya li rojhilatê Fabrîqeya şekir a Erçîşê ye, hima bigire di devê Deryaça Wanê de ye. Li başûrê rêya Erçîş û Wanê dikeve. Dema mirov li ser rê lê binêre hima dizane ku li wir xirbeyên dîrokî hene, hem jî ji ber bilindahîya cih wek keleh dibîne. Li bakurê wê keleha wenda, û bê nav, di nav çiva çem a ku ber bi rojava ve diçe de parq û cihê mesîreya Ercişê heye. Mirov dikane ji wir jî girê kelehê bibîne. Lê mixabin gelek Ercişî jî ji vê kelehê bê hay in.

Çeme Kertizê berê têkeve ser Deryaça Wanê, ber bi rojava yanê ber bi fabrîqa şekir ve çiveke mezin dide xwe û nîv gireveke fireh pêktîne, hê dikeve ser Deryaça Wanê. Keleha Kertizê li ser du girên zinarînên di nava wê nîvgiravê de hatiye avakirin. Herdu gir ji bakur ber bi başûr ve dirêj dibin. Çem di bakur û rojhlatê kelehê re giran diherike, keştî dikane di vir re hetanê parqê û cihê mesîrê biçe. Ev keleh cara yekem di sala 1956 de ji aliyê Arkeologê îngîlîz C. A. Burney ve hatiye dîtin û agahiyên wê di kovarên arkeolojiyê de hatine weşandin, bes di nava çavkaniyên Tirkan de her wiha di nava belgeyên bajêr de jî tine.

Keleh bi teşeyê çarnîşkeke xwar hatiye lêkirin. Sûra li rojava 290 metre, ya bakurê wê 140 metre, başûr bi qasê 150 metre û yê rojhilat jî 280 metre ye. Hîmên wê di zinarên kewke de baş hatiye bicihkirin. Dîwarên wê bi berahiyeke 4 metreyî hatiye lêkirin. Di çengeyê bakurêrojhilat de li ciheke fireh di hundirê baxirê bin kelehê de bi berahiya 5,3 X 2,3 metreyî sarniçeke mezin hatiye kolan. Lê mixabin ku ji ber bi kevir, dar, moloz, gend û gemarê hatiye dagirtin, baş nayê zanîn, ka ew çend metre kûr e. Li ser zinarên keviya pêşa bûşûrêrojhilat jî li ser zinaran hin nivîs, nîşane û xêz hene, lê gêncînegeran ew jî texrîbkirine, lema nayê xwendin. Hemû daneyên li ser kelehê Serdema Hesîn ya destpêkê destnîşan dike.

Di devê Deryaçê de bi kelehê ve girêdayî bendereke Urartuyan a kevn heye. Hê jî lengerên wê yên di nava avê de li ser piyan e. Ji mezinahî û frehiya lengerên kelehê tê fêmkirin ku ev bender demeke dirêj hatiye bikaranîn. Li gel wê cihê lengerên goza veherîneriya Keştiyan (temirxane) jî xuya dike. Lê mixabin ku ev bender jî weke kelehê tenê bi lêkolîneke rû ya arkeologê Îngîlîz Burney maye. Mirov bi hêsanî dikane bêje; eger li ser wê benderê lêkolîneke bingehîn pêk were, di warê hostatiya benderlêkirinê de jî gelek agahî bi dest dikeve.

Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje; niha ev keleha Kertîzê û paşmayiya bendera Kertîza dirokî di bin navê Sît de weke devereka parastinê bi biryara Saziya Korî parastina heyîyên çandî ya 05. 11. 1999, bi hêjmara 658 hatiya ragihandin. Bi vê biryarê bi kêmasî heyîyên hê bi aliyê Arkeologan ve nehatine lêkolîn û nirxandin tê parastin. Di tomarkirine bajarê Ercişê de jî di bin vê nasnameyê de ye. Pafta 20, parsel 240 e.

Di her nivîsê de zelal dibe çawa navê gund, çiya û çemên me yek bi yek guherîne. Li vir jî navê çemê “Kertîzê” guherîne û kirine keleha Delîçay, lê di bingehê xwe de ev çem gelek giran, bê deng û beng diherike. Wekî her çemê Kurdistanê biharan jî hinek ava wê zêde dibe. Bi hêviya em bikanin di keleheke din de di nava tenduristiyê de bigihîjin hev, bimînin di nava xweşiyê de.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.