Li dijî ambargoya dewleta Tirk û siyaseta dijminahî ya hemberî Kurdan, rewşenbîrên Kurd banga boykotkirina kel û pelên Tirkî kirin.

Parlamenterê berê Selar Mehmud û nivîskar Kemal Reuf li dijî ambargoya dewleta Tirk a dagirker û dijminatiya wî ya hemberî Kurdan, bang li hemû xelkê Başûrê Kurdistanê kirin da ku kel û pelên dewleta Tirk boykot bikin.

Nîşaneya dijminahiya Kurdan e

Rewşenbîrên Kurd li ser malperên xwe yên torên civakî ragihandin ku girtina balafirxaneya Silêmanî û Helebceyê, nîşanek din a parçekirina Herêma Kurdistan û derxistina fitneyan e.

Berfirehiya daxuyaniya her du rewşenbîran wiha ye;

“Li hemberî ambargoya dewleta Tirk û siyaseta dijminî ya hemberî Kurdan taybet girtina geştên asmanî yên balafirxaneya Silêmaniyê ku beşek ji siyaseta dijminahiya dijî Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ye, em bang li hemû kesê dikin ku kel û pelên Tirkî boykot bikin. Bila ev boykot bibe helwestek netewî ya li dijî biryara girtina geştên asmanî ya li dijî xelkê Silêmaniyê.

Dewleta Tirk fitneyê derdixe

Girtina geştên asmanî yên Silêmanî û Helebceyê nîşanek din ya parçekirina Herêma Kurdistan û derxistina fitneyê ye û zexta li ser partî û tevgerên netewî yên Kurde.
Li hemberî vê polîtîkayê bi boykotkirina kel û pelên Tirkî banga yekîtiyê li hemû Kurdan dikîn. Bila ev weke bersivek rewa ya sivîl a ji bo têkbirina siyaseta Tirkiyeyê be.”

Hêjayî gotinê ye pêr berdevkê Balefirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê Hindirîn Hîwa Muftî ji Rojnews’ê re ragihand ku Şirketa Turkish Airlines (Geştên Hewayî yên Tirkiyeyê) hemû geştên xwe yên hewayî yên meha Nîsanê ya Silêmaniyê rawestandiye.

NAVENDA NÛÇEYAN