Kêfa zarokên wargehê anîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 18 Tîrmeh 2023 - 02:56

Şaredariya Wargeha Mexmûrê (Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî), ji ber germbûna zêde, hewûzekê avê yê wekî bêrmê ji bo zarokên wargehê çêkir. Zarokên wargehê malavahiya şaredariya xwe kirin û ji bo mezinkirina hewûz, alîkarî ji kesên xêrxwaz xwestin. Endamê Şaredariya wargehê Hazim Şirnexî got, “Li gor doktor û tecrûbeyên xelkên me yên wargehê, ev av bi şîfa ye. Her roj zarok, jin û zilam tên xwe li vê avê didin û gelek ji wan jî ji bo şîfayê tên ser avê. Em ê berê xwe bidinê, heger bi rastî jî ji bo nexweşiyan bibe derman, em ê mezintir û xweştir bikin.”

ARMANC HEREKOL/ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.