Kêfa wî xwînxwarî neyînin 

Duşem 27 Sibat 2023 - 00:48

PKK´ê li ser daxuyaniyên rayedarên Swêdê yên derew ên li ser têkiliya qaşo ya kesên krçîmînal bi PKK´ê re got, ev daxuyanî derew in û rayedarên Swêdî bi vî yekê dixwazin dilê Erdoganê xwînxwar xweş dikin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyaniyên rayedarê Swêdî Oscar Stenstorm da. Ew bi daxuyaniyên PKK'ê bi derdorên krîmînal re têkildar dike.

PKK’ê got, “Ev çend roj in ku hin rayedarên Swêdî, partî û tevgera me bi hin tiştên nerast, sûcbar dikin da ku Tevgera Azadiya Kurdistanê krîmînalîze bikin.

PKK, partiyeke siyasî ye ku di hewla xelasî û azadiya Kurd û Kurdistanê de ye û ji bo wê boneyê berdêlên pirr giran dane. Partiya me, tevgereke girêdayê nirxên exlaqî, wicdanî û demokratîk e. Partiya me, ji roja avabûna xwe (1978) heta niha, ev 45 sal in bi van nirxan siyasetê dike. Tu têkiliya partiya me bi kes û derdorên krîmînal re nîne û li dijî derdorên wisa ye.

Tevî ku rastî ev e, dewleta Tirk û derdorên hevkarê wê, ji bo krîmînalîzekirina partiya me, her derewê dikin, dek û dolab digerînin û neweyiyan dikin.” 

Em ‘Roviyê Kurd’ nas nakin

PKK´ê bi bîr xist ku serokê şandeya li ser navê Swêdê gotûbêjên Tirkiyeyê dike, yanî Sefîr Oscar Strenstrom jî tevlî karwanê van tohmetên nerast bûye û wiha dewam kir: “Birêz Strenstrom, di gotûbêjekê de ya ku bi Radyoya Swêdê re kir, got, hin kesên krîmînal ên li Swêdê sûcên xesp, çek û tiryakê dikin, partiya me fînanse dikin û navekî bi navê 'Roviyê Kurd' hildide.
Daxuyaniya Birêz Strenstrom, ne rast e, tiştekî wisa nîne û ji bo xweşkirina dilê muxatebên xwe yên Tirk, ev sûcbarî ji ber xwe gotine. 'Roviyê Kurd' kî ye, em nizanin, nas nakin, ti têkiliya me pê re nîne.” 

Daxuyaniyeke bê bingeh e

Li Tirkiyeyê ji bo PKK’ê gotinek, sûc e û cezayê girtîgehê li mirovan tê birrîn. Gelek kes hene ku ji ber gotineke di lehê PKK’ê de, yan jî nanek dane PKK’iyan, hatine sûcbarkirin û ji Tirkiyeyê hatine ji bo penaberiyê miracaetî meqamên Swêdê kirine. Li gorî îdiaya Strenstrom, 'Roviyê Kurd' ji ber sûcên ku kirine li Swêdê lê digerin û li Swêdê alîkarî bi PKK’ê re kiriye, lê reviyaye Tirkiyeyê û li Tirkiyeyê bi serbestî digere. Daxuyaniyeke bêhawe ye. Daxuyaniyên wiha, ne bi tenê Birêz Strenstrom dide. Demên dawîn, di çarçoveya hevdîtinên ji bo endametiya NATO’yê de, ji bo xweşkirina dilê hikûmeta Tirkiyeyê û Erdogan, rayedarên hikûmetê yên mîna Wezîrê Karên Derve Tobias Billstrom jî daxuyaniyên wiha didin.” 

Li ser Kurdan bazarê nekin

PKK´ê tohmetên rayedarên hikûmeta Swêdê red kirin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Hikûmeta Swêdê dibe ku bi Tirkiyeyê re geşe bi têkiliyên xwe bide, lê bila di ser me re, di ser Kurdan re bazarê nekin, bi Erdoganê dest bi xwîn re ku li welatê me sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dike, nebin piştgir. Dostaniya Kurdan û gelê Swêdê ya bi hev re, ji zû ve heye. Ev dostanî ji bo me hêja ye, em giringiyê pê didin û dixwazin hêj bi pêş ve biçe. Gelê Swêdê yê xwedî wicdan, dizane û dibîne  ku ev daxuyanî û sûcbarî ji bo çi tên kirin. Kî çi dibêje bila bibêje, em ê parastina nirxên mirovî, exlaqî û demokratîk bikin, em ê bimeşin di wê rêyê de ku em ji rastiya wê bawer in û welatê xwe ji dagirkeriyê xelas bikin û gelê xwe azad bikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.