Keda destê jinan: Mala Dengbêjan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:52

BERÇEM CÛDÎ / NÛJINHA / KOBANÊ

Li Rojavayê Kurdistanê ku di nava şoreşeke çandî û civakî de ye, navendên Hîlala Zêrîn, TEV-ÇAND û Desteya Çandê rol û erka parastin û pêşxistina çandên li herêmê girtine ser xwe.

Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê û desteya Çandê di 3’ê Hezîranê de projeya çand û hunerî ya bi navê Mala Dengbêjiyê vekir. Dema mirov serdana Mala Dengbêjiyê dike, vê dewlemendiyê di amûr, şûnwar û çanda ku tê de bi rengekî eşkere xuya dike. Di destpêkê de avahiya malê ku ji 3 odeyan pêk tê, bi axê hatiye sazkirin. Di hundir de xaliyên hatine raxistin ên bi destên jinan hatin hûnandin in. Her wiha bi dehan parçeyên kevnar ku di devoka Kobanê de weke text û tîr, nemazlix, fanûs, papor, kevçî, tencik, kase, tas, temsî, kûp, def, tembûr, mekut, hesk, kildank, telîs, tifing û hwd. tên bilêvkirin hene. Bi wateyeke din, mirov tabloyeke ji çanda Kobanê ya resen dibîne.

Ked û afrîneriya jinan serwer e

Endama Navenda Çand û Hunera Baqî Xido stranbêj Mehbûba Eto diyar kir ku Mala Dengbêjiyê derfeta nûjenkirina çanda herêmê ye û got:“Me herî zêde di berhevkirina amûr û şûnwaran de astengî dît, ji ber tiştên kevnar in û her kes zû bi zû nade, berovajî li gel xwe diparêze û weke mîrateyeke mayînde dihêle. Lewre me beşek kirî û gelek parçe jî ji gundewaran kom kirin. Civaka me ji vê projeyê hez kir û rojane berê xwe dide vê derê da ku ji nêz ve bibînin û nas bikin.” Herî dawî Mehbûba da zanîn ku reng û naveroka malê xwe dispêre afrînerî û berhemên dayikan û got: “Weke jin me rola xwe di avakirina vê malê de lîst û bi taybetî jî di berhevkirina pêwistiyên wê de. Lewre dema mirov dikeve mala dengbêjiyê yekser wê atmosfera çand, berhem û afrîneriya dayikan hîs dike û dibîne. Jixwe navê malê jî xwe dispêre vê yekê, tê zanîn ku dayikan bi zengilokên xwe di her bûyerê de stran ango dengêjiyê bi pêş xistine. Ji bo vê jî vekirina vê malê derfeteke mezin e ji bo nifşên nû ku ji nêz ve vê çandê nas bikin û xwedî lê derkevin. Bi taybetî jî weke jin divê di asta yekem de ew berê xwe bidin vê malê û dengbêjiya dayikê biparêzin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.