Gavên bi bandor nehatine avêtin

Sêşem 28 Cotmeh 2025 - 03:10

Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Almaz Romî têkildarî rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk got; “Aştî û demokrasî bi yek alî çênabe. Ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên ku bandorê li ser pêşveçûna pêvajoyê bikin nehatiye avêtin.”

8 meh di ser destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de, derbas dibe. Tevî ku gelek gav heta niha ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan û tevgera azadiyê ve hatine avêtin, dewleta Tirk tu gaveke berbiçav û bi bandor navêtiye. Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Almaz Romî, ast û çawaniya pêşveçûna pêvajoyê  nirxand.

Almaz Romî di destpêka nirxandinên xwe de komploya ku pêk hat her wiha pêvajoya destpê kiriye bi bîr xist û wiha got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve ev 8 meh in hatiye destpêkirin, rojeveke girîng û bi wate ava kir. Banga ku hat kirin bandoreke mezin li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir. Tê zanîn Rêber Apo 27 sal in di girtîgehê de ye, ev yek li pêşiya wî nebû asteng ku dest ji têkoşîna xwe ya avakirina civakeke demokratîk û aştiyane, misogerkirina maf û hebûna gelê Kurd berde.”

Almaz Romî di berdewamiya nirxandina pêvajoyê de destnîşan kir ku Ocalan zemînê serkeftina pêvajoyê ji her aliyî ve amade kiriye û got: “Tevî hemû zext, êrîş û komployên ku me dîtin, projeyên Rêber Apo bi ser ketin, destên wî û gel xurt bûn û pêvajoyeke wiha destpê kir. Bi pêşengiya Rêber Apo pêvajo ango serdemeke nû destpê kir, piştî daxuyaniyê Tevgera Kurd yekser banga Rêber Apo bi cih anî, PKK’ê xwe fesh kir û dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî anî. Yanî ez dikarim bibêjim ji aliyê Rêber Apo ve zemîneke bihêz ê destpêkirina qonaxeke nû ya diyalog, siyaset, demokrasî û aştiyê ava kir.”

Almaz Romî çavdêriyên xwe yên li ser guhertinên şert û mercên girtîgeha Îmraliyê wiha anîn ziman: “Em vê rewşê û geşedanên ku çêdibin wiha dixwînin. Dewleta Tirk heta niha jî di pêkanîna aştî û demokrasiyê de ne cidî ye û di hişmendiya xwe ya netew-dewletê de İsrar dike. Ger niyeta dewleta Tirk a çareserî û lihevkirinê hebe dê niha Rêber Apo di nava komîsyon, meclîs û parlmentoyan de cih bigirta. Hevdîtinên şandeya Îmraliyê û parêzeran her wiha nameyên ku ji Îmraliyê tên têr nakin û rê li ber aloziyeke din vedikin.”

Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Almaz Romî herî dawî got: “Aştî û demokrasî bi yek alî  çênabe. Ji bo vê jî weke gelê Kurd û gelên ku dê sûdê ji vê pêvajoyê bigrin pêwist e ku em rojeveke din ava bikin û zexteke wisa bikin ku pêvajo bi rengekî rast berdewam bike.”

NÛJINHA/KOBANÊ/BERÇEM CÛDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.