Keda 28 salan dikin albûm

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 00:18

Koma Agirê Zerdeşt di sala 1996’an de hatiye damezrandin. Kom ji roja hatiye demazrandin ve stranên komên muzîkê ku belav bûne û hunermendan dibêje. Ew bi stran ango berhemên hunermendên din tên nasîn. Kom armancek daniye pêşiya xwe ku albûmek ji arşîvê pêk tê amade bike. Koma Agirê Zerdeşt ku demek dirêje belav bûbû, di Newroza îsal a Îzmîrê de carek din li hev civiya û derket ser dike û xwe ji nû ve da hev. Ew niha di bin banê Jîn Artê de xebatên xwe bi rê ve dibe û performansa wê gelek tê ecibandin. Kom dixwaze albûmeke ji stranên arşîva 28 salan pêk tê amade bike. Endamê Koma Agirê Zerdeşt Bulent Kiliç ê ku ji sala 1995’an ve di qursa tembûrê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de dest bi karê hunerê kir û solîstê komê Yaşar Demîr li ser çîroka koma xwe û plansaziya pêşiya xwe axivîn. 

Hunermendên xwe afirand

Bulent Kiliç da zanîn ku koma wan her tim muzîkjenên xwe afirandiye û got:“Heke gîtarjenê/a bas tunebûya me diafirand. Heke tembûrvan nebûya me diafirand. Her tim li gorî derfetên xwe û ji şagirtên NÇM’ê muzîkjenan daxilî xwe dikir. Di nava demê de ez jî daxilî komê bûm. Di sala 2007’an de koma me ku belav bûbû carek din xwe komî ser hev kir. Gelek hevalên me stranbêj berhemên ku komê çêkir, gotin. Kom her tim xwest bi berhemên xwe li ser pêya bimîne. Ji sala 2012’an heta 2014’an bi hevalê Yaşar re me xwest em komê li ser pêya bigirin. Em çûn gelek konseran. Me dest bi xebata albûmê kir. Lê me neqedand. Ji sala 1996’an ve her tim em kom bûn û belav bûn.” 

Rihê kolektîf me dike kom

Kiliç bi bîr xist ku ew îsal bi beşdarbûna pîrozbahiyên Newrozên li herêma Egeyê re carek din xwe komî ser hev kirine û got:’’Koma me bi 5 kesan xebata xwe dike. Bi rastî jî pêvajo gelek zor bû. Me bi şêwazê otantîk hilberandina muzîkê dewam kir. Repertûara me ji stranên salên berê pêk tên. Dem bi dem rexneyên vê yekê jî li me tên kirin. Em ê îro jî stranên û muzîka xwe bejin.”  Ji solîstên komê Yaşar Demîr jî diyar kir ku ew wek Koma Agirê Zerdeşt her tim dixwazin stranên gel biafirînin û bejin û wiha got:“Keda Koma Agirê Zerdeşt a di nav xebatên çand û hunera kurdî de xwedî cihek girîng e. Stranên me yên ku ji aliyên komên din ve jî hatine gotin, ji bo me gelek bi nirx e. Koma me xwedî afirîneriya çareseriyê ye. Ji xwe ev ruhê kolektîf û çareseriyê me dike kom.” Demîr anî ziman ku ew bi qasî ku du albûman tije bikin stran strîne û got:“Di vê pêvajoyê de ji bo forma 20-25 stranên me bê rûniştandin, em di nav hewldanan de ne. Em hewl didin bi awayek rast û xweşik kevirekî deynin ser dîwarê çand û hunera kurdî. Em ji bo albûmekê xebatê dikin. Em dixwazin stranên xwe bi albûmekê tacîdar bikin.” 

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.