- Stranbêj Mem Ararat dê Kanûnê li Keçîorena Enqereyê di konserekê de derketa ser dikê. Lê Şaredariya Keçîorenê a di destê AKP'ê de, konsera wî qedexe kir.
Stranbêj Mem Ararat dê Kanûnê li Keçîorena Enqereyê di konserekê de derketa ser dikê. Lê Şaredariya Keçîorenê a di destê AKP'ê de, konsera wî qedexe kir.
Şaredariya Keçîorenê pêşî salon da Mem Ararat û bi hev re peymanek çêkirin. Li gorî peymanê, Mem Ararat dê di 4’ê Kanûnê de li Navenda Çanda Neşet Ertaş konserek bidaya, lê şaredariyê peyman betal kir û destûr neda konserê.
Sûcê nefretê ye
Hunermend Mem Ararat ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got, “Rayedarekî ji Şaredariyê li Zîz Muzîkê geriyaye û gotiye, 'Me nedizanî di konserê de dê stranên bi Kurdî bêne gotin. Em wekî Şaredariya Keçîorenê destûrê nadin vê yekê û em yekalî peymanê betal dikin.' Ji ber vê yekê ez bi xemgînî radigihînim ku konsera me ya li Enqereyê hat betalkirin. Bê guman ev sûcê nefretê ye. Ji ber ku li hemberî Kurdî ev sûcê nefretê kiriye, ez Şaredariya Keçîorenê şermezar dikim."
NAVENDA NÛÇEYAN