• "Keça min ji ber we çû. Ez ji bo du qurişî tenezûl nakim biçim wê derê rûnim. Ez naxwazim kes jî, biçe wir rûne."

Hanim Sever a polîs 2 caran lê geriyan û jê xwestin bi pereyan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê rûne, bersiv da û got; “Keça min ji ber we çû. Ez ji bo du qurişî tenezûl nakim biçim wê derê rûnim. Ez naxwazim kes jî, biçe wir rûne.”

Desthilatdariya AKP’ê ya ku ji bo pirsgirêka Kurd, çareseriya demokratîk red kir, hin malbatên ku îdîa dike, HDP’ê zarokên wan şandine çiyê, ji 3’ê Îlona 2018’an ve li pêş avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê dane rûnişkandin. Piraniya van malbatên ku bi teklîfên pere û kar li ber avahiya bajêr rûniştin, piştî bendemayinek kurt dawî li vê rûniştina xwe anîn. Malbatên ku niha li ber avahiya bajêr tên rawestandin jî, piraniya wan malbatên wan esker û polîsan in ku di destê HPG’ê de dîl girtine. 

Dayika Rozerîn Sever a li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û gelê Kurd, di Çileya 2015’an de tevlî nava refên PKK’ê bû Hanim Sever, da zanîn ku polîs 2 caran lê geriyane û pere teklîfî wê kirine ku biçe pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê rûne. 

Seven, diyar kir ku berî 5 mehan polîs lê geriyane û got: “Polîsan ji min pirsa ‘Haya te ji Rozerîn heye’ kirin. Min ji wan re got ‘na tuneye.’ Li ser vê yekê gotin, ‘Were em te bibin ber avahiya HDP’ê ya Amedê. Li wê derê rûne. Dibe ku keça te were.’ Min ev bersiva da wan, ‘Keça min di temenekî de ye ku bi xwe dikare biryara xwe bide. Ger keça min biryarek da be, ji bo ku ez wê paşve vegerînim, ez ê nekevim nava hewldanan.’ Min bi vî awayî ev teklîfa wan red kir.” 

Seven, da zanîn ku polîsan cara diduyan pere teklîfî wê kirine da ku li pêşiya avahiya HDP’ê rûne û dîsa teklîfa wan red kiriye. 

Zarokê we ji we diqehirin 

Sever, dest nîşan kir ku dema polîsan ji wê re gotine, “Keça xwe bîne, em ê cezayê wê kêm bikin” jî, ev bersiv daye wan: “Ji xwe cezayê keça min hebû. Hûnê kîjan cezayê wê kêm bikin. Keça min ji ber wê çû. Hûn tim li dû wê bûn. Ji ber ku keça min li wir e dilê min rehet e. Lê li vê derê, li van kolanan qet dilê min ne rehet e. Ez naxwazim.” 

Seven, di dawiyê de got: “Gelê Kurd û dayikên Kurd divê xwedî li biryarên zarokên xwe derkevin. Ez bang dikim ku tu kes neçe ber deriyê HDP’ê rûnene. Malbatên li ber HDP’ê rûniştine, di nava şaşiyeke pir mezin de ne. Bi vî awayî zarokên xwe xirab nîşan didin. Zarokên xwe sewqî rêyên ne baş dikin. Zarokên wan jî niha ji bo wan diqehirin.”

MA/STENBOL