• “Min got ez ê bişewitim ez xwe naavêjim. Got keça min îro Newroz e, ji bo me rojeke pîroz e, tiştek ji te nayê xwe di ser agir re biavêje. Axir, min jî xwe di ser re avêt…” 

HÊZIL BOTAN

Kulîlkên di nav tenekeyên rûn de hêdî hêdî bi rengên xwe yên xweşik dibûn mêvanên hewşa me. Diya min li baxçeyê me yê mezin sewze û nebat diçandin. Di hewşê de cihek hebû ku tiştên xirabûyî diavêtin wir. Li malê bisiklêtekî kevin hebû, ez di derdora wî re diçûm û dihatim da ku temîr bikim. Lê belê ti tişt ji destê min nedihat. Min tenê ji vî alî diquliband aliyê din. 

Hostetiya min a bisiklêtan bi kêr nehat, min dev jê berda. Mamosteya min pirtûkek diyariyî min kiribû: Polyanna. Wan deman min ew pirtûk dixwend. Bawer im tesîr li min kiribû ku min bawer dikir, ez ê bibim hosteya bisiklêtan. Min pirtûk avêt aliyekî û bisiklêt jî danî cihekî ku êdî careke din çavê min pê nekeve. 

Diya min wê rojê li derdora min bû. Min di dilê xwe de digot teqez diya min dibîne ku ez ji bo bisiklêt pirr xemgîn im, wê ji min re bibêje ez ê biskilêtekî te bikirim…

Deng jê derneket. Qirşikên li derdorê kom dikirin. Çavekî wê jî li deriyê derve bû. 

Med TV vekirî bû

Geh diçû ber televîzyonê li tiştinan temaşe dikir, geh dihat qirşik datanîn ser hev li nîvê hewşê. Carekê gazî min kir. Got bila çavên te li derî bin, ez ê bêhnekê li televîzyonê temaşe bikim. Ez bawer im Med TV vekirî bû. Dengê coş û şahiyê bilind dibû ji televîzyonê. Min digot diya min dixwaze li stranan guhdarî bike. 

Erê bila guhdarî bike lê çima çavên min li derî bin? Got ev televizyona Kurdî ye bila cîranên me nebînin. Li welatekî biyan li stranên qedexe guhdarî dikir. Digot heke cîranên me pê bihesin nahêlin em li vî bajarî bihewin. Her wiha ji hevalên xwe yên dibistanê re jî behs neke. Min got temam. 

Li hewşê di nav xeyalên bisiklêtekî nû de bûm. Min di pêşbirkê de dida pêşiya hemû hevalên xwe. 

Bêhna hineya diya min

Diya min dîsa hat, kêfa wê pirr xweş bû. Ew diya min a reş girêdayî îro di nav kelecaneke cuda de bû. Gelo ji welêt mêvan dihatin? Qirşik jî dane ser hev teqez wê goşt dayne ser êgir. Çend qurmên daran anîn, bi bêhnfirehî hemû danîn ser hev. 

Min tenê li wê temaşe dikir, heyraneke wê bûm. Min bêhna hineya li ser pora wê hîs dikir. Bêhna porê wê ez ber bi welatê xwe ve yê ku min qet nedîtibû, dibirim. Ecêbek bû, min ne deşt ne zevî ne jî kolaneke welêt dîtibû, lê bêhna hineya diya min ez di nav deşteke welêt de gerandim. 

Ji nav xeyalan şiyar bûm… belê, diya min agir dada, lê ka beroş, ka tifik?  Tenê agir geş dibû û çirûskên agir belavî derdorê dibûn. Diya min lê temaşe dikir. Min hew dît destmala ku li noqa xwe pêçandî jî avêt ser agir.  

Ez di temaşeyê de me…

Diya min a kêfxweş ji cihê xwe pengizî û xwe di ser agir re avêt. Xwe ji aliyekî diavête aliyê din û her dua dikir. Wekî ku ji nû min ferq bike keniya û got were xwe di ser agir re biavêje. Min got ez ê bişewitim ez xwe naavêjim. Got keça min îro Newroz e, ji bo me rojeke pîroz e, tiştek ji te nayê xwe di ser agir re biavêje. Axir, min jî xwe di ser re avêt…

Diya min her li ku derê jî be, ti kesî ew nedîtibe jî Newroza xwe pîroz kir… 

Derî lê ket, cîrana me ya Tirk hat. Diya min agir vemirand û hate cem cîrana xwe. Cîranê bi zimanê Kurdî got tu çawa yî baş î? Diya min keniya, got ez bi salan bi tena serê xwe bûm li vir lê dîsa jî ez fêrî zimanê wan nebûm lê vaye cîrana min fêrî zimanê min bûye. Em keniyan… Cîranê li me dinêrî. 

Newroz Pîroz e!