De ka tê derxin bê ev çi ye? Na na. ev ne mekîneyeke dirûnê ye. Lê belê, erê ji Ingilîstanê ye, weke mekîneya dirûnê ya Singer. Na ev hîç ne mekîne ye. Ev berhemek e hunerî ye. Lê ne tenê berhemeke hunerî, ew bi kêr jî tê. Ev berhemeke seramîkê ye. Û çaydan e. Navê vî çaydanî jî heye, ji ber ku yekane ye û berhemeke hunerî ye: “Treadle Kettle (Caydanê bi pedalê dirûnê)”. Hunermemd Meryl Ruth ew çêkiriye. Merly Ruth bi gelek reng û awayan ji seramîkê û porselanê çaydanan çêdike. Û ev ê weke mekîneya dirûnê ne çaydanê herî ecêb e. Ji bo hunerê xwe ew dibêje, “Hunerê min navgîna min e ji bo ku ez evîn, xweşikî, rastî û baweriyê îfade bikim.”

LONDON