KCK: Li her derê lêxin
În 22 Nîsan 2022 - 22:30
- KCK: Divê gelê me bi ruhê berxwedanê yê gerîlayên azadiyê ku êrişên dijmin dişikînin, li her derê nerazîbûna xwe nîşan bide û çalakiyan bike. Em gel û tevger xwediyê wê hêz û îradeyê ne ku êrişên dijmin ên li dijî hebûna me, têk bibin. Hêza rêxistinî ya gel ji tank, top, balefir û her cûre teknîka dijmin mezintir e.
KCK’ê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurdistanê û taybetî jî Gelê Başûrê Kurdistanê kir da ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker û mêtinger bi xurtî helwêstê nîşan bidin. KCK’ê bi taybetî bang li ciwanan kir da ku bersivê bidin êrişan.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên dagirkeriyê û têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê daxuyanî da û got, “Şerê tinekirinê ku dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo desteserkirina destketiyên gelê Kurd, eciqandina îradeya berxwedanê û azadiyê ya Kurdan û tinekirina hebûna Kurdan daye destpêkirin, bi 14’ê Nîsana 2022’yan êrişa li ser Zê re kete qonaxeke nû. Dewleta Tirk bi vê êrişa nû re ku 14’ê Nîsana 2022’an da destpêkirin, dixwaze îradeya berxwedanê ya hêzên azadiyê yên Kurd bişikîne, Tevgera Azadiyê tesfiye bike û polîtîkaya qirkirina Kurdan temam bike. Em bang li gel û jinên Kurdistanê yên welatparêz, ciwanên Kurdistanê yên şoreşger û welatparêz, gelên Rojhilata Navîn, dostên gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk dikin da ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker bi rengê herî xurt helwêstê nîşan bidin, li gel berxwedana fedaî ya gerîlayên azadiyê cih bigirin û li her derê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.“
Bi berxwedana dijmin wê bişike
KCK´ê got, dewleta Tirk dixwaze bi perçiqandina hêzên gerîla bigihîje miradê xwe û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk dixwaze bi eciqandina gerîlayên azadiyê re ku hêz û îradeya berxwedanê ya Kurdistanê ye, qirkirina Kurdan temam bike û hebûna Kurdan bi temamî ji holê rake. Ev êrişên ku ji bo qirkirinê têne kirin, bi berxwedana topyekûn a gel û gerîla dikarin bêne têkbirin. Heger dijmin li her derê êriş dike, divê gel û hêzên berxwedanê jî li her derê bi rengekî çalak li ber xwe bidin û têbikoşin. Divê gelê me bi ruhê berxwedanê yê gerîlayên azadiyê ku êrişên dijmin dişikînin, li her derê nerazîbûna xwe nîşan bide û çalakiyan bike. Em gel û tevger xwediyê wê hêz û îradeyê ne ku êrişên dijmin ên li dijî hebûna me, têk bibin. Hêza rêxistinî ya gel ji tank, top, balefir û her cûre teknîka dijmin mezintir e.
Nexasim jî Başûr divê nerazî be
Gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nerazîbûna herî mezin nîşan bide. Ev êriş li dijî Başûrê Kurdistanê û destketiyên Kurdan hemûyan in. PKK û gerîla ji ber ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin û destketiyan diparêzin, dibin hedefa sereke ya êrişan. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi cihgirtina li gel gerîla, mîna berê divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger qirker rabe ser piyan. Îradeya azadiyê û destketiyên gelê me yên Başûrê Kurdistanê bi rabûna li ber dagirkerî û xiyanetê dikarin bên parastin. Yên ku hebûna gerîla weke hinceta dagirkeriyê nîşan didin, ew hêz in ku hevkariyê bi dewleta Tirk a mêtinger qirker re dikin û nirxên Kurdan pêşkêş dikin. Ev xayinên ku doza Kurd û Kurdistanê pêşkêş dikin, bêguman hebûna gerîla li pêşiya xwe weke astengiyê dibînin.
Divê ciwan bersivê bidin
Ciwanên Kurdistanê yên şoreşger welatparêz, bi ruhê fedaî û berxwedana bilind a gerîla li her derê bi çalakiyên xurt bersivê bidin êrişên dijmin û derbê lê bidin. Ciwanên Kurdistanê ji aliyekî ve divê tevlî nava refên gerîla bibin, gerîla xurt bikin, li aliyê din jî li her devera ku lê ne bikevin nava liv û tevgerê û çalakiyan bikin. Ciwanên Kurdistanê yên şoreşger û welatparêz artêşa parastina Kurd û Kurdistanê ye. Ciwanên Kurdistanê li hemberî êrişên dijminê mêtinger qirker ên ji bo şikandina îradeya gelê me û tinekirina hebûna gelê me, divê bêdeng nemînin. Ciwanên Kurd divê bi rêbazên dewlemend û afirîner çalakiyên bi bandor li dar bixin ku derbê li dijminê faşîst bixin. Keç û xortên Kurd pêwîst e li benda talîmata kesî nemînin û bi înîsiyatîfa xwe li her derê pêşengiyê ji têkoşînê re bikin. Êrişên faşîzma AKP-MHP’ê û dagirkerî bi yekbûna pêşengiya ciwanan û berxwedana gerîla wê bêne şikandin.
Ciwan parêzvanên gel û nirxên azadiyê ne. Ciwanên Kurdistanê yên şoreşger û welatparêz bi xwedîderketina li vê berpirsyarî û wezîfeya xwe ya dîrokî dikarin bi rola xwe rabin. Ciwanên Kurdistanê divê li her derê şerê azadiyê mezin bikin, derbên giran li dijmin bixin, berxwedanê li her derê belav bikin.
Ciwanekî Kurd li ku derê be divê xwe weke gerîlayekî bibîne û bi wî rengî tevbigere. Li ser vî bingehî ciwanên Kurdistanê li her derê bi ruhê berxwedana fedaî yıa Apoyî ya gerîla divê çalakiyan bikin û bersiva pêwîst bikin dijminê faşîst qirker.
Jinên Kurd ku îro hêza bingehîn û pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ne, bi xurtkirina berxwedêrî û ruhê azadiyê têkoşînê xurtir dikin. Li hemberî êrişên faşîzma AKP-MHP’ê, li refên herî pêş têkoşiyan, kirin ku gelê me û hêzên demokratîk tevlî nava têkoşînê bibin û di hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê de bi roleke gelekî girîng rabûne. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker wê bi rola pêşengiyê rabin û di têkbirina êrişan de bi çalak tevbigerin.
Rewşenbîr, hunermend û nivîskar
Di serî de rewşenbîr, hunermend û nivîskarên Kurd hemû mirovên rewşenbîr ên civakê divê li dijî dagirkeriyê helwesteke eşkere nîşan bidin û di afirandina nerazîbûna li dijî dagirkeriyê de pêşengiyê ji civakê re bikin. Hunermend, nivîskar û rewşenbîrên Kurd xwedî wê berpirsyariyê ne ku wateya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, metirsiya êrişan ji civakê re vebêjin û bidin fêhmkirin. Rewşenbîr û hunermendî tê wateya hişmendî, wijdan û zimanê civakê. Dewleta Tirk ji bo Kurdan qir bike û hebûna Kurdan ji holê rake êrişî gerîla û her qadê dike. Wezîfeya rewşenbîran e ku hevkariya bi dijmin re teşhîr bikin û civakê ronî bikin. Di vegotina rastiyê de û nîşandana helwesteke xurt a li dijî hevkariya bi dagirkeriyê re, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê rewşenbîr û hunermendan.”
NAVENDA NÛÇEYAN