• Koordînasyona Civaka Êzîdxan a Ewrûpayê (KCÊE) hilbijartina Bavê Şêx pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzîdxan a Ewrûpayê (KCÊE) hilbijartina Bavê Şêx pîroz kir.
Koordînasyonê bi wesîleya hilbijartina Bavê Şêx peyamek weşand.
Peyam wiha ye:
"Em wek Koordînasyona Civaka Êzdîxan ya Ewrûpayê, hilbijartina Elî Elyas Hecî Nasir a ji bo Bavê Şêxiyê li tevahiya civaka Êzidî û wargehên Êzdîxanê piroz dikin. Bi rabûna vî erkî û berpirsyartiya giranbuha di karê wî de serketinê dixwazin. Qewata Xwedê û Tawusî Melek li pişta wî be.
Her wiha em polîtîzekirina hilbijartin û şexsiyeta Bavê Şêx rast û guncav nabînin. Ew merciyeteke pîroz e û nabe ku hinek derdor wê bikin amûrê berjewendiyên siyasî û egera perçebûna civaka me. Bi vê erka qedîm pêwiste bibe sembol nîşaneye tifaq û yekitîya tevahî civaka me. Divê nirx û pîvanên civaka me ser her tiştî bên dîtin.
Hêvî û daxwaziya me ji Bavê Şêx ew e, ew ji berjewendiyê têkakesî û malbatî dûr bisekine û nekeve bin bandora ti hêzên siyasî.
Em di wê baweriyê de ne ku ew ê bikaribe ji bo sibaroja Êzdiyan xizmet û rebertiyekê ku tê xwestin bike.
Li ser vî esasî em ê jî bi hemû hêz û baweriya xwe ya Êzdayetî herdem bibin piştevanê kar û biryarê wî.
Bi vê bîr û baweriyê em dubare oldar Bavê Şêx pîroz dikin û carek din serketinê jê re hêvî dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN