- Xelatgirên festîvala Filman a Berlînê, Berlinale ya 72´yan hatin eşkere kirin û filma Katalanî, “Alcarràs” a derhêner Carla Simón hêjayê Hirça Zêrîn hat dîtin.
Xelatgirên festîvala Filman a Berlînê, Berlinale ya 72´yan hatin eşkere kirin û filma Katalanî, “Alcarràs” a derhêner Carla Simón hêjayê Hirça Zêrîn hat dîtin. Di nava serketiyan de Kurdwîn Ayûb jî heye ku bi filma xwe Sonne (Tavik) weke filma pêşî ya herî serketî hat xelatkirin. Juriya bi serokatiya M. Night Shyamalan Hirça Zêrîn da filma Katalan. Film behsa krîza hebûn û debarê ya malbateke cotkar a Katalan dike. Film bi temamî bi zimanê Katalanî ye.
Jixwe belgefilma Kurdwîn Ayûb jî ji ber ku behsa malbata xwe dike, bi Kurdî ye jî. Kurdwînê gava ku xelata xwe ya her wiha 50 hezar euro xelata pere jî pê re heye, wergirt, bi henekî got, “Ev pirr baş çêbû. Înşele dewlet bacê ji min nestîne. Lê bawer dikim, wê nestîne, Awusturya jixwe bêhnfereh e.” Film li ser jiyana 3 jinên ciwan ên li Viyanayê, têkiliyên wan ên bi malbatên wan re ye.
Di festîvalê de Claire Denis bi filma “Avec amour et acharnement” xelata derhênera herî baş wergirt.
Laila Stieler jî ji bo senaryoya filma “Rabiye Kurnaz li dijî George W. Bush” xelata senaryoya herî baş wergirt.
Meltem Kaptan jî bi rola xwe ya di heman filmê de hêjayî xelata aktorê/aktrîsta herî baş hat dîtin.
BERLÎN