Kasibkar ji bo heqê xwe çalakiyê dikin
Sêşem 30 Gulan 2023 - 00:09
Kasibkarên Elweya Hewlêrê careke din rêya Mûsil-Hewlêrê li trafîkê girtin.
Kasibkarên Elweya Hewlêrê, li ber deriyê Koma Zebeşfiroş a li Elweya Hewlêrê, doh di roja 3´yan de çalakiya xwe dewam kir. Kasibkaran piştî ku rêya Mûsil û Hewlêrê li çûnûhatinê girt, wan got, elweya nû radestî beşeke taybet hatiye kirin û ew nikarin karê xwe li wir dewam bikin.
Li gorî kasibkaran, elweya nû ya Hewlêrê ji aliyê beşeke taybet ve hatiye çêkirin û ji ber vê jî rê li karê wan tê girtin.
Kasibkar dibêjin, heta daxwaza wan pêk neyê, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Ji ber ku kasibkaran rê girtiye, qerebalixeke mezin li ser rêya Mûsil û Hewlêr çêbû.
ROJNEWS/HEWLÊR