Koma bi navê “Karwanê Gel” ku ji endam, kadro û pêşmergeyên dêrîn ên Partî Gel (Partiya Gel) pêk tê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê şermezar kirin û bi 5 xalan bang li rêxistin, partî, pêşmerge, hêzên ewlekariyê û gel kir ku li dijî dagirkeriyê bisekinin. Karwanê Gel got: “Her alîyek yan jî hêzek ku rewayetiyê bide van êrişan, em wan bi hevalbend û harîkarê dewleta Turkiye dizanîn.”
“Karwanê Gel” ji endam, kadro û pêşmergeyên dêrîn ên Partî Gel (Partiya Gel) pêk tê. Partî Gel jî piştî raperîna sala 1991’ê ji aliyê komeke ku ji PDK’ê veqetiya bûn hatibû avakirin.
Koma “Karwanê Gel” der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê de, daxuyaniyek nivîskî weşand û êriş bi tundî şermezar kirin. Karwanê Gel bal kişand ser planên dagirkeriya dewleta Tirk a faşist li dijî tevahiya Kurd û Kurdistanê û got; lewma pêwîst e ku tevahiya Kurdan li ber rabin.
Karwanê Gel di çarçoveya êrişa li ser Garê de fikarên xwe tîne ziman û dibêje, heye ku êrişê bibin ser Şengalê û di heman demê de statuya Başûrê Kurdistanê jî dixe tehlûkeyê. Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Mixabin! hinek alî bi peymanên bazirganî û bi navê ewlehyê, li gel dijminan li dijî berjewendiyên gelê kurd û çarenivîsa Qewareya herêma Kurdistanê bi agendayên (berjewendiyên) dewleta Turkiya û bi taybet desthilata Erdogan ve girêdayî ne.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ