Karmend: Me wezîfedar bikin
Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:39
- Ev bi rojan e ku li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê karmendên bi peyman dadikevin meydanan û daxwaza tayînkirinê ji hikûmetê dikin.
Ev bi rojan e ku li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê karmendên bi peyman dadikevin meydanan û daxwaza tayînkirinê ji hikûmetê dikin. Karmend doh jî bi heman armancê li Germiyan, Helebce, Ranya û Qeladizê daketin meydanan.
Karmendên bi peyman doh li Helebceyê kom bûn û li ser navê karmendan Salar Cebar daxuyaniyek da. Wî got, “Daxwaza me ji hikûmeta Herêmê ew e ku me bi fermî tayîn bike û mafên me yên darayî bide.”
Karmend, Tika Rêbwar ê li rêveberiya ava Helebceyê jî got, ev heft sal in ew wek karmendê bi peyman dixebite. Tika daxwaz kir ku ew bi fermî werin tayînkirin.
Li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê jî karmendên bi peyman li ber avahiya qeymeqamtiya navçeyê kom bûn, bi dirûşme û daxuyaniyan daxwaza tayînkirinê ji hikûmetê kirin. Karmendan got, heta daxwaza wan bi cih neyê, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
Li navçeya Ranya û bajaroka Qeladizê jî bi heman daxwazê karmendên bi peyman kom bûn û daxwaza mafên xwe ji hikûmetê kirin.
Li gorî gotina karmendên bi peyman, li Herêma Kurdistanê 24 hezar karmendên bi peyman hene. Ji van, 14 hezar li wezareta şarewanî dixebitin. Gelek caran wan bi çalakiyan daxwaz kiriye bi awayekî fermî werin tayînkirin, lê heta niha ev daxwaza wan bi cih nehatiye anîn.
ROJNEWS/GERMIYAN