Karkerên Spanyayê ji bo Ocalan civîyan

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 02:35

Bi çarçoweya Pêngava, ‘’Azadî ji Ocalan re’’ konfederasyonên herî xurt ên sendîkayên karkeran a Spanyayê CGT (Confderacion del Trabajo) bi sernavê 'Pirsgirêka Kurd û çareseriya polîtîk' panelek lidar xist.  Berdevkê konfederasyonê got,’’ Em dixwazin fikrên Abdullah Ocalan li qadeke hîn berfireh belav bikin.’’ Bi çarçoveya Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji Kurdistanê re statû’ ku di asta navneteweyî de tê meşandin, yek ji konfederasyonên herî xurt ên sendîkayên karkeran a Spanyayê CGT (Confderacion del Trabajo) bi sernavê 'Pirsgirêka Kurd û çareseriya polîtîk' panelek lidar xist. Panel li paytexta Spanya Madrîdê li avahiya CGT'ê pêk hat. Nûnera Kongra Star a Ewropayê Ronash Shexo weke panelîst amade bû. Di çalakiyê de ku gelek sendîkavan û endam amade bûn, wêne û afîşên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Panêl bi çarçoweya Pêngavê ye

Nûnerê Madrîdê yê CGT'ê Cecu di destpêka panelê de axivî û bal kişand ser tecrîda 25 salan a li ser Rêber Abdullah Ocalan û anî ziman ku panel bi çarçoveya pengava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' tê lidarxistin.

Şoreşa Rojava bi Paradîgmaya Ocalan e

Ronash Shexo destnîşan kir ku şoreşa Rojava bi bicihanîna paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Ocalan pêk hatiye.

Em ji bo azadiya Ocalan nîqaş dikin

Ji berdevkên CGT'ê û Sekretera Karên Civakî Carman Arnaiz jî diyar kir ji destpêka pêngavê û vir ve ew bi gelê Kurd re ne û bûne parçeyek ji kampanyayê. Carmen Arnaiz işaret bi girîngiya kampanya navneteweyî kir û got, "Me name ji CPT re şand. Em tevlî meşan bûn. Em hîn jî dibînin ku sazî neketine nava liv û tevgerê. Ji bo serketina vê pêngavê em li ser pirsa 'Em hîn dikarin çi bikin?' nîqaşê dikin. Em nîqaş dikin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî hîn bêhtir dikarin çi bikin. Em dixwazin fikrên Abdullah Ocalan li qadeke hîn berfireh belav bikin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî û encamwerrgirtina ji kampanyayê em ê bixebitin."

ANF/MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.