• Li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê, karkerên paqijiyê ji ber mûçeyên wan nayên dayîn çalakî kirin û deriyê Rêveberiya Şaredariyê girtin.

Li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê, karkerên paqijiyê ji ber mûçeyên wan nayên dayîn çalakî kirin û deriyê Rêveberiya Şaredariyê girtin.

Li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê karkerên paqijiyê yên li Kompanya Garêkis kar dikin, ji ber ku mûçeyên wan nayên dayîn, çalakî kirin û deriyê Rêveberiya Şaredariyê girtin. Karker Hîmdad Mistafa ji Rojnewsê re got,  niha biryar hatiye dayîn ku heftane 2 rojan kar bikin û mûçeyên wan bikin 150 hezar dînar û got, ew vê biryarê qet qebûl nakin û red dikin.

Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Şaredariya Raperînê, Rêbaz Pîrot ji Rojnewsê re got, “Pirsgirêka van karkeran ne li gel me ye. Ji ber ku me hemû dosyayên wan ji bo dayîna mûçe ji bo bankê şandine, lê li bankê pere nînin.”

ROJNEWS/RAPERÎN