Karkerekî Kurd kuştin

duşem 14 îlonê 2020 - 15:11

Li navçeya Dînarê ya Afyonê bi çekan êrişî karkerên înşeatê yên ji Erdîşê kirin. Karkerê bi navê Ozkan T. hat kuştin, karkerên bi navê Firat T. Û Emrah O. jî birîndar bûn. Êriş şeva din saet di 19.30’an de li Dînarê pêk hat. Kesekî ku nasnameya wî nehate diyarkirin bi çekê reşandiye. Di vê êrişê de karkerê bi navê Ozkan T. (25) hat kuştin û karkerên bi navê Firat T. Û Emrah T. jî birîndar bûn. Karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Xizmên karkerên ji Erdîşê yên ku xwestin biçin Afyonê, hinek jê di derketina Erdîşê de û hinek jê jî di ketina Afyonê de li benda polîsan hatin sekinandin.
Hate diyarkirin ku rayedarekî polîsan ji karkerên birîndar re gotiye miriyên xwe ji vir bibin û derkevin.

AFYON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.