• Karkerên paqijiyê yên Îdareya Germiyanê, li dijî wernegirtina mûçeyê xwe, neçûn ser kar û rê li çûnûhatinê girtin. 

Karkerên paqijiyê yên Îdareya Germiyanê, li dijî wernegirtina mûçeyê xwe, neçûn ser kar û rê li çûnûhatinê girtin. Tevî ku Bexda mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê dişîne jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyê karmendan nade. Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna ji nedana mûçe, dewam dike.

Karkerên paqijiyê yên Îdareya Germiyanê pêr û doh jî neçûn ser kar, doh karker li ber deriyê Rêveberiya Giştî ya Şaredariya Germiyanê kom bûn û rê li çûnûhatinê girtin. 

ROJNEWS/KELAR