- Murat Karayilan: Em dixwazin nêrînên Kek Mesûd jî hîn bibin. Yanî ev tişt hemû ji bo çi tên kirin? Çima dixwazin bi hêzeke ewqasî mezin dor û rêya hevalan bigirin? Ev tê çi wateyê? Em dixwazin ku dest deyne ser vê meseleyê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di daxuyaniya ya ANFê de rewşa dawî û pozîsyona PDKê şirove kir.
Karayilan got, "Têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re, hevkariya îstîxbaratî û hwd. xizmetê ji gelê Kurd re nakin. Ya rast xizmetê ji PDK'ê re jî nakin" û liv û tevgera PDK'ê ya li Heftenînê, Metîna, Garê û Behdînanê weke tehlûke destnîşan kir.
Karayilan diyar kir ku hêzên PDK'ê ketine nava liv û tevgerê, ketine pozîsyona şer û got, "Yanî eger çavdêriyeke me ya cidî û agahiyên me yên cidî nebûna, me bi vî rengî nedigot, ji ber ku em her tim xweşbîn in. Lê belê em niha lê dinerin; bi rastî jî amadekariyek heye. Bi vê amadekariyê re çi dixwazin bikin. Mesela li ku nuqteyeke me hebe, dixwazin yekser hêzekê li wir bi cih bikin. Di navbera du hêzên me de rêyek hebe, dixwazin li wir qereqolekê çêbikin."
Karayilan li ser bûyeran bang li Mesûd Barzanî kir û got; “Bi taybetî ji vir dixwazim bang li Kek Mesûd bikim; Haya xwe ji van kiryaran heye yan na? Nizanim ku nêrînên wî yên di vê mijarê de çi ye, ji ber ku heta niha neaxiviye. Em dixwazin nêrînên Kek Mesûd jî hîn bibin. Yanî ev tişt hemû ji bo çi tên kirin? Çima dixwazin bi hêzeke ewqasî mezin dor û rêya hevalan bigirin? Ev tê çi wateyê? Em dixwazin ku dest deyne ser vê meseleyê. Çi dibe bila bibe em amade ne ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê belê eger tu dora hêzeke leşkerî, çep, rastê wê bigire, hewl bide ku cih lê teng bike, neyê xwestin jî wê hingî şer biqewime.
NAVENDA NÛÇEYAN