- Kitêbeke nû hatî weşandin dinivîse ku Ingilîstanê rola îstîxbarata Kanadayê ya di xistina nav refên çeteya DAIŞ’ê ya Shamima Begum a hingê hîna 15 salî.
Derket holê ku îstîxbarata Kanadayê DAIŞ’iya Brîtanî, Shamima Begum biriye Sûriyê nava DAIŞ’ê.
Kitêbeke nû hatî weşandin dinivîse ku Ingilîstanê rola îstîxbarata Kanadayê ya di xistina nav refên çeteya DAIŞ’ê ya Shamima Begum a hingê hîna 15 salî.
Kitêba rojnamevanekî berê ji The Sunday Times re dinivîsî, Richard Kerbaj behsa vê meseleyê dike. Di kitêba bi navê The Secret History of the Five Eyes (Çîroka veşartî ya Pênc Çavan) de hatiye nivîsandin ku Ingilîstanê bi Îstîxbarata Kanadayî re li hev kiriye da ku rola îstîxbarata Kanadayê veşêrin, di meseleya Shamima Begum de.
Kitêba Kerbaj xwe disipêre 100 hevpeyvînên bi serokdewletan û rayedarên rêxistinên îstîxbaratê.
Five Eyes (Pênc Çav) tifaqa îstîxbarî ya Ingilîstan, DYE, Kanada, Australya û Zelandaya Nû ye.
Li gorî çapemeniya Ingilîz, ji Îstîxbarata Ingilîstanê Scotland Yardê re hatibû gotin ku sîxurekî bi du aliyan kar dikir ê Kanadayî yê bi navê Rashed Shamima Begum kiriye nav refên çeteya DAIŞ’ê. Kanadayê, piştî ku dewleta Tirk sala 2015’an ev sîxur girt, ji Ingilîstanê xwestiye ser rola wî di kirina nav refên DAIŞ’ê ya Shamima Begum bigire.
Shamima Begum a ku weke bûka DAIŞ’iyan navdar bû, niha li Rojavayê Kurdistanê li wargeha Roj asê maye ji ber ku Ingilîstanê welatîbûna wê betal kir. Mijdara bê wê doza wê li temyîza taybet a koçberiyê dewam bike. Lê piştî van agahiyan malbata Shamima Begum bi rêya parêzerê xwe xwest mesele bikeve ber lêpirsîneke fermî da ku zanibin ka polês û rêxistina îstîxbarata Ingilîz gava keça wan birine nav DAIŞ’ê bi çi dizanîn.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî ev demeke dirêj e ji Ingilîstanê dixwaze Shamima Begum û zarokên wê vegire xwe.
LONDON