Kampanyayê xurt bikin

Pêncşem 15 Hezîran 2023 - 14:05

  • Bi wesîleya sala 12'an a Nobeda Edaletê, bi beşdariye endamên Parlamenta Ewropayê Alfonsî û MacManûs civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û ji bo mezinkirina kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bang hate kirin.

Nobeta Azadiyê, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê destpê kir, kete hefteya 573'an.

Li cihekî navbera saziyên Ewropayê, Kurd û dostên wan ê li Ewropayê heftane bi dorê çalakiyê dikin. Çalakgerên vê hefteyê jî endamên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Ewropayê ya KNK'ê ne. Di nava koma çalakger de Ahmet Yaman, Emre Kara û Niştiman Erdede hene. Parlamenterê Partiya Kesk (Korsîka) Françoîs Alfonsî, Parlamenterê Partiya Çep MacManûs (Îrlanda), akademîsyenê Spanî Loûîs Lemko û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ku roja Sêşemê li Parlamenta Ewropayê tevlî Konferansa Maf û Azadiyê ya li Ewropayê bûn, di nava rojê de tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Abdullah Ocalan mifte ye

Civîna çapemeniyê bi wesîleya destpêkirina sala 12'an a Nobeda Azadiyê pêk hat. Nûnerê Sînn Feînê Chrîs MacManûs li civînê axivî û ji bo rewşa Rêber Abdullah Ocalan bixin rojevê bal bire ser girîngiya çalakiya nobetê ku demeke dirêj e dewam dike. MacManûs anî ziman ku di nava têkoşîna li Bakurê Îrlandayê de lîderên wan ên li girtîgehê jî hene, ew jî di vê pêvajo û têkoşînê de bi rola xwe radibin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê ew gelê Kurd fêm dikin.

MacManûs destnîşan kir ku ji bo çareserkirina şerê li herêmê Abdullah Ocalan mîna mifteyekê ye û got, ew bi pirsgirêkên gelê Kurd zanin û ji bo çareserkirina wan jî ew ê piştgiriya xwe dewam bikin.

Biryar guhertinê çênakin

Akademîsyenê Spanî Loûîs Lemkow jî ragihand ku ew piştgiriyê didin çalakiya li pêşiya saziyên Ewropayê û piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên polîtîk ên Kurd anî ziman. Lemkow bi bîr xist ku Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) gelek caran têkildarî girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê biryaran werdigire, lê belê ew biryar ti guhertinê nakin. Lemkow destnîşan kir ku ew ê rewşa li Tirkiyeyê qebûl nekin û xwest, Abdullah Ocalan tavilê bê berdan.

Em li benda daxuyaniyê ne

Parlamenterê Partiya Kesk (Korsîka) Françoîs Alfonsî jî di civîna çapemeniyê de ya li cihê nobedê axivî û diyar kir, ku li Tirkiyeyê mafên mirovan nîne, saziyên Ewropayê jî gelek caran di vê der barê de biryar dane. Alfonsî ragihand ku partiya wan li ser rewşa li girtîgehên Tirkiyeyê ji Enqereyê daxuyaniyekê hêvî dike.

Lazim e kampanya xurttir bibe

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî bi bîr xist ku nobeta ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ketiye sala 12'an û destnîşan kir ku ev çalakî bi demdirêjî û çarçoveya xwe, çalakiyeke pîroz e. Aydar çalakgerên ku bi salan e tevlî nobetê bûn û dostên wan ên ew bi tenê nehiştin silav kir û spasiya xwe pêşkêş kir.

Aydar bi bîr xist ku 27 meh in ew nikarin ji Rêber Abdullah Ocalan agahiyê werbigirin û bang li gelê Kurd kir ku kampanyayê mezin bike. Aydar got;"Serok Apo nirxê gel e. Ne tenê rêberê partiyekê, gelekî nîne. Ew di heman demê de rêberê mirovahiyê ye. Divê em hemû xwedî lê derkevin, kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hîn xurt bikin. Heta ku Serok Apo azad nebe gelê me û welatê me jî azad nabe. Kampanya azadî ji Rêber Apo re di heman demê de kampanya ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Xwedîderketina li Rêbertî wezîfeyeke hem siyasî, hem exlaqî hem jî mirovî ye."

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.