Kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê’ dest pê kir

În 6 Îlon 2024 - 02:45

ONER POLAT / CENEVRE

Bi çarçoweya pêngava ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareseriya demokratîk’’ Kampanyaya ‘’Tîrêjên Rojê’’ ku Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) 2’yê Îlonê dayî destpêkirin, li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê hate aşkerekirin. Di çalakiyê de hate gotin armanca kampanayê pêkanîna azadiya Rêber Ocalan e.

Jinên ku bersiv dane banga Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li meydana Natîonsê ya ku Ofîsa NY’yê li cem e, hatin cem hev. Bi temsîla Sê Meymûn’an bêdengiya Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê ya li bara tecrîda li ser Rêber Ocalan hate hate şermezarkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi deqeyek rêzgirtinê di şexsê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn de, ku 23’yê Tebaxê di êrîşa dagirkeriya Tirk de li Silêmanî şehîd bûbûn, dest pê kir.

Bi navê YJK-S’ê daxuyaniya çapemeniyê ya bi Fransî Hêlîn Saglam xwend. Saglam destnîşan kir tecrîda 25 salan a li ser Rêber Ocalan van 4 salên dawî qulibiye ser êşkenceya tecrîda mitleq.

Azadiya Ocalan giringiyeke jiyanî ye

Saglam di axaftina xwe de diyar kir azadiya Rêber Ocalan ji bo çareseriya pirs Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê û aştiya herêmê bi giringiya jiyanî ye û bang li CPT, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, NY’yê û hemû sazî û dezgehên têkildar kir ku yasayên xwe bi cih bînin, ji bo ku dewleta Tirk yasayên xwe bi cih bîne zextê lê bikin û mîsoger bikin ku dewleta Tirk hurmetê ji mafê mirovan û normên navnetewî re bigire.

Saglam got,’’Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya gelê Kurd e.’’

Banga tevlêbûna li kampanyayê

Piştî Saglam berdevka YJK-S’ê Selma  Surer diyar kir kampanyaya ‘’Tîrêjên Rojê’’ heta 12’ê Cotmehê wê bi çalakû û bernameyên domdar bidome, di serî de jinên Kurd, bang li hemû jinên dilxwazin demokrasiye kir ku tevlî kampanyayê bibin.

Çalakvana 70 salî

Zelal Ozkan a 70 salî ya nexweş ji nav nivînan rabûye ji Luzernê berê xwe daye Cenevre û tevlî çalakiya ‘’Tîrêjên Rojê’’ bûye. Yadê Zelal ji ber nexweşiya xwe ji zû de nikare derkeve derveyî Swîsre. Yadê Zelal ku nedikarî xwe li xwe bigire û bi kursiyê xwe pê girtî li ser piyan dima dema ku me berê mîkrofonê dayê got,’’Ji bo Rêbertiya xwe hewce be ez ê canê xwe bidim.’’

Yadê Zelal her wiha got,’’Ji bo ku ji Rêbertiya xwe xeberekê bistînim, ji bo ku dengê Rêbertiya xwe bibihîsim li vir im. Hêvî dikim ku ev kampan biçe serî.’’

Em ê tecrîdê nema qebûl bikin

Yek ji rêvebera kampanyayê, endama YJK-S’ê Sabriye Ilgaz Oguz jî diyar kir jinên Kurd êdî wê rewşa xebernestandinê ya li ser Rêber Ocalan qebûl nekin û ji kampanyayê ew armanc dikin ku paradigmaya Rêber Ocalan bigihînin ber destê her jinî.

Bêyî Ocalan jin azad nabin

Gehver Alturk ku yek ji rêvebera kampanyayê ye û endama YJK-S’ê ye  got ji kampanyayê armanca wan a sereke pêkanîna azadiya Rêber Ocalan e û bang li hemû jinan kir ku xwedî li kampanyayê derkevin.

Çalakger Turkan Yildirim jî got diyar kir heta ku Rêber Ocalan azad nebe jin jî azad nabe, ji bo vê dema ku ew azadiyê ji Ocalan re dixwazin her wiha ew azadiyê ji jinan re û ji civakê re jî dixwazin.

Piştî daxuyaniyan endamên YJK-S’ê skêçeke kurt lîstin. Jinan piştre serdana konê çalakiya rûniştinê kirin, ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li ber Ofîsa NY’yê ji bo azadiya Rêber Ocalan her çarşem çalakiya rûniştinê lê tê kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.