Kampanyaya îmzeyan a li Arjantînê
Çarşem 4 Kanûn 2024 - 03:05
Encamên kampanya îmzeyan ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji Kurdistanê re' di navbera 13-23'ê Mijdarê de hate meşandin, ji aliyê delegasyonekê ve radestî Wezareta Karên Derve ya Arjantînê hatin kirin. Delegasyon ji rêveberên sendîka û parêzvanên mafên mirovan pêk hat.
Îmzeyên hatin komkirin 2'ê Kanûnê bi dorê radestî Serokwezaretî, Yekîtiya Ewropa û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatin kirin. Tê payin ku îmzeyên hatin komkirin rojên bê radestî Amnesty International, Konseya Ewropayê, Komîteya Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî bêne kirin.
Piştî ku îmze hatin radestkirin, endamên delegasyonê Maria Jose Cano (Dîrektora Mafên Mirovan a CTA-Autonoma), Eduardo Soares (Encamê Gremial de Abogados), Carlos Loza (Endamê Encuentro Militante Cachito Fukman), li pêşiya avahiya Serokwezaretiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û işaret bi vê girîngiya kampanyayê kirin.
Em ê bi israr bin
María José Cano (Dîrektora Mafên Mirovan a CTA-Autónoma): Ji bo encamên kampanya îmzeyan a 10 rojan a ji bo 'Azadiya Ocalan, çareseriya siyasî ya Kurdistanê' hatin komkirin radestî Wezareta Karên Derve bikin em îro li ber Serokwezaretiya Arjantînê li hev kom bûne. Ji bo vê encama mezin û daxwaza azadiya Ocalan û çareseriya siyasî ya hebûna gelê Kurd ji rayedarên dewletê re ragihînin em li hev kom bûn. Gotin, wan not girtine. Em ê jî vê pêvajoyê bişopînin û ji bo qebûlkirina daxwazên xwe israr bikin. Em ê serî li nûnertiyên Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî û daxwazên xwe ji wan re jî ragihînin. Em dixwazin ji vê derê ragihînin, di nava 10 rojan de encama ku me bi dest xist gelekî mezin e. Lewma em spasiya her kesî dikin ku piştgirî dan.
Neçare aştî pêk bê
Eduardo Soares (Endamê Gremial de Abogados): Divê bê destnîşankirin ku şerên herêmî her tim neçar e ku bi lihevkirineke aştiyane bi encam bibin. Eger bi şer û polîtîkayên cezakirin û zordariyê çareserî bê ferzkirin wê rewş û kaos hîn giran bibe. Ji ber vê yekê, ji bo gelê Kurd bigihêje çareseriyeke aştiyane divê Ocalan azad bibe.
Em daxwaza azadiyê dikin
Carlos Loza (Endamê Encuentro Militante Cachito Fukman): Gelê Kurd ji bo xweser bibe têdikoşe. Êrîşên hêzên dewleta Tirk, Îran û Sûriyeyê nayên qebûlkirin. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo statuyê û daxwaza azadiya Ocalan dikin.
ANF/BUENOS AIRES