Kampanya neteweyî ya Kurdî

Duşem 22 Sibat 2021 - 16:09

  • Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi beşdariya aliyên siyaseta Bakur kampanyayek ji bo fermîbûna Kurdî da destpêkirin. Armanc ew e ku bi milyonan îmze bên berhevkirin ji bo daxwaza fermîbûna Kurdî û perwerdeya bi Kurdî.

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên partiyên Kurd û rêxistinên sivîl ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Di axaftinan nûneran de peyama "roj roja xwedî derketina li zimanê Kurdî ye" derket pêş.

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî li navçeya Amedê Sûrê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Hevserokên giştî yên HDP û BDP’ê jî di nav de serokên giştî yên partiyên siyasî yên Kurd, rêveberên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîjkên Amedê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek zimanzan û rewşenbîrên Kurd tevlî civînê bûn. 
 
Dijminê Kurdan dijminê zimanê wan e jî

Destpêkê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bal bire ser zextên li ser Kurdî û têkildarî kampanyayê agahî dan. Cizîrî pişt re mafê axaftinê da hevserok û serokên giştî yên partiyên siyasî.

Ewil Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî, metna daxuyaniyê xwend. Wî got,  “Ez xemgîn im çimkî, li Tirkiyeyê hîn jî asîmîlasyon dewam dike, tehlûkeya li ser zimanan dewam dike. Kêfxweş im çimkî qedexe û asîmîlasyon hebe jî, têkoşîna ji bo zimanê dayikê jî heye. Ev cihê serbilindiyê ye.

Zimanê dayikê bi nasnameyê re, bi hebûnê re bi xwebûnê re tê elaqedarkirin. Zimanê me hebûna me ye.

Ez Kurdî ji kolanan elimîm. Ez ji mekteban, ji zanîngehan neelimîm Kurdî. Ne tenê ez, gelê Kurd jî zimanê xwe ji nav mala xwe, ji kuçe û kolanan dielimin. Yanî dewlet çawa nêzikî Kurdan dibe, wisa nêzikî zimanê wan jî dibe.
 
Asîmîlasyonê Tirkiye kiriye goristana zimanan

Lazim e zimanên dayikê di qanûna esasî de bên naskirin û qebûlkirin. Zimanê ku wek fermî neyê naskirin, ew ziman nikare xwe biparêze. Zimanê dayikê neyê naskirin û qebûlkirin, ew ziman nikare bijî. Polîtîkayên asîmîlasyonê ev welat kiriye wek goristaneke zimanan.

Gerek hemû qedexe, astengî û bendên li ber Kurdî bên rakirin. Gerek zarokên Kurd zimanê xwe ji mekteban, ji zanîngehan jî bielimin. Zimanê mirov parçeyekî tabîî yê mirovan e.

HDP ji bo Kurdî amade ye

Li cihekî qedexe hebe, li wê derê berxwedan jî heye. Li cihekî astengî hebe, li wê derê têkoşîn jî heye. Ji bo wê ez xîreta we, xebata we û têkoşîna we ya ji bo zimanê dayikê pîroz dikim, silav dikim. Daxwazên we, daxwazên me ne jî. Em jî dibêjin, zimanê Kurdî nas bikin, perwerdehiya bi zimanê dayikê qebûl bikin. 
Em HDP em jî ji bo Kurdî amade ne. Me jî dest bi perwerdehiya Kurdî kir. Mesûliyetên me gelek in. Înşela em ê bi hev re têkoşîna ji bo zimanên xwe bilind bikin û bi hev re bi ser bikevin.”
 
Ozçelîk: Divê bibe malê milyonan

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Osman Ozçelîk jî di civînê de got, kampanyaya ew didin destpêkirin, girîng e: “Gava me gaveke girîng e. Divê em gelek hesas bin. Kîjan hêl, ol, partî, jin, mêr dibe bila bibe, divê em bikin ku kampanya me bibe kampanya milyonan. Bi desthevdana hev em dikarin dengê xwe bigihînin Cîhanê.

Divê em li deriyên Kurdan jî bidin. Divê em zimanê Kurdî bikin zimanê jiyana rojane û zimanê esasî." 
 
Kirmanckî nehat jibîrkirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî bi Kirmanckî axivî û bal bire ser girîngiya ziman û çanda Kurdî. Aydenîz banga xwedî derketina li zimanê kurdî kir û xwest her kes piştevaniyê kampanyayê bike.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî diyar kir ku ziman hêza herî mezin û xurt a Kurdan e: “Divê em pir girîngiyê bidin kampanyayê û bi demê sînor nekin. Xebata ji bo ziman ji xebata azadî û demokrasiye ne cudatir e. Em kampanya bikin kampanya neteweyî.”

Serokê Partiya Azadiyê Ayettûllah Aştî, ji Platforma Demokratên Kurd- Bakur (PDK-B) Sertaç Bûcak, Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî di axaftinên xwe de gotin divê ew kampanyayê bikin dengê bi milyonan û zextê li dewleta Tirk bikin.  

Ji bo zimanan hemûyan

Piştî civînê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl heta bi Balikçilar Başi ya li Sûrê meşiyan. Nûneran roja ziman li welatî û dikandaran pîroz kir û maskeyên nivîsên kurdî li ser wan nivîsandî, dan xelkê. Nûner pişt reçûn ber Mizgefta Mezin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li vir got: "Em ji bo zimanan hemûyan edaletê dixwazin. Em ji bo zimanan hemûya vê rojê pîroz dikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.