- Akademîsyen Sarah Glynn têkildarî pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd got pêngav îlhamê dide mirovan, lewma divê herkes xwe weke parçeyekî wê bibîne.
CÎHAN BÎLGÎN / ANHA
Platforma Çareseriya Pirsgirêka Kurd, pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ 10’ê Cotmehê li bajarê Fransayê Strasbourgê bi daxuyaniyekê li 74 navendên cîhanê ragihandibû.
Têkildarî pêngavê aktîvîst, nivîskar û mîmara ji Skoçyayê Sarah Glynn ku yek ji beşdarên pêngavê ye, axivî.
Sarah Glynn got, kampanya ji bo her kesî pirr girîng e û wiha peyivî: "Di lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê li Tirkiyeyê de, rola Ocalan sereke ye. Ev daxuyaniya çapemeniyê ya navneteweyî bû mînaka piştgiriya berfireh a ji bo Ocalan û fikrên wî. Ev yek di heman demê de girîngiya ramanên wî jî derdixe ber çavan û ev jî hêviyê dide mirovan û li her deverê dikare ji pergala kapîtalîst re bibe alternatîf. Pergala kapîtalîst her ku diçe berfireh dibe û civakê hildiweşîne. Krîza cîhanê her ku diçe kûrtir dibe, mirov zêdetir bi girîngiya paradîgmaya Ocalan di îmkana ramaneke cuda û birêxistinkirina civakan de dihisin.”
Sarah Glynn tevlîbûna pêngavê û çalakî weke “îlham” nirxand û wiha peyivî: “Ji gelek kom û welatên cuda beşdarî vê kampanyayê bûne. Ev tevlîbûn û çalakî îlhamê didin mirovan. Piştgiriya vê her ku diçe zêdetir dibe. Divê gelên cîhanê hemû xwe wek beşeke vê kampanyayê hîs bikin.”
Hewldanên astengiyê têkçûn
Sarah Glynn bi bîr dixe ku gelek aliyan ji bo pêşîlêgirtin yan jî astengkirina rêze çalakiyan hewl daye, lê ev hewldanên astengkirinê bi ser neketine. Sarah Glynnê nêzîkatiya rayedarên Fransî ya li hemberî van çalakiyan weke mînak nîşan da û got, "Piştî ku rayedarên Fransî biryar da ku herî dawî çalakiyên me yên li derveyî Konseya Ewrûpayê qedexe bikin, parlamenteran yekser li avahiya lijneyê axaftinên piştgiriyê kirin. Vê jî nîşan da ka piştgiriya vê kampanyayê çiqasî xurt e.”
Çalakiyên me wê bidomin
Sarah Glynn têkildarî çalakiyên di çarçoveya pêngavê yên demên pêş de jî wiha axivî: “Kampanya demdirêj e. Piştî daxuyaniyên çapemeniyên yên navneteweyî, daxuyaniyên nivîskî yên sazî û kesan hatin weşandin. Rêxistinên tevgera Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê jî daxuyanî dan. Li Ewrûpayê li ber avahiyên parlamentoyê kon tên vedan û dosyaya me pêşkêşî siyasetvanan tê kirin. Di qonaxa pêş de em ê kartpostalên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji zindana Îmraliyê û ji heyetê re bişînin. Planên konferans û çalakiyên demdirêj hene. Em ê li welatên cuda projeyên xwe bidomînin."
Sarah Glynn kî ye?
Mîmar û nivîskar Sarah Glynn aktîvîsteke brîtanî ye ku li Strasbourgê dijî û ji bo azadiya fizîkî ya gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan têdikoşe. Di çalakiyeke 1’ê Gulanê de yekem car Kurd nas kirin. Dema ku di sala 2014′an de li BBC′yê li belgefilmekê li ser Kurdan temaşe kir, meraq kir û biryar da ku wan nas bike. Piştî ku tevlî ‘Skotland Solidarity with Kurdistan’ (Hevgirtina Skoçyayê ya bi Kurdistanê re), serdana Rojavayê Kurdistanê kir û biryar da ku bi Kurdan re hevgirtinê nîşan bide. Li Zanîngeha Edinburgh, Zanîngeha West of Scotland û Zanîngeha St. Andrews weke mamoste xebitiye.