- Kampanyaya îmzayê ya PKK ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Konseya Ewrûpayê bê derxistin, dewam dike. Li Ewrûpayê doh û pêr li çend bajaran ji bo berhevkirina îmzeyen bi pêşengiya saziyên Kurdan çalakî hebûn.
Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi taybetî ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Konseya Ewrûpayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13'ê Kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin.
Kampanya li qada navneteweyî tê meşandin. Ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî mohra xwe danîn binê kampanyayê û serkêşiyê jê re dikin. Gelek parlamenter, akademîsyen, sînemavan, lîderên siyasî, nivîskar û aktîvîst jî hene.
Bala xwendekaran kişand
Li Ewrûpayê jî doh û pêr li çend bajaran ji bo berhevkirina îmzeyen bi pêşengiya saziyên Kurdan çalakî hebûn. Li paytexta Ingilistan Londonê, standa îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK'ê hate danîn, gelekî bala xwendekaran kişand. Xwendekaran li School of Economics a Londonê stand danîn û têkildarî qedexeya li ser PKK'ê agahî dan. Her wiha gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirtûkên li ser PKK'ê hatin belavkirin û gelek îmze hatin komkirin.
Pêr jî bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk li Qada Repûblîqûe ya Parîsê standek hate vekirin.
Alaya PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ‘Edalet ji bo Kurdan’ û ‘Divê bi lezgînî PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê were derxistin” li standê hate daliqandin
Li Monchengladbach û Saarbrucken
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekitiya Jinên Kurd a Elmaniya jî ji bo qedexeya li ser PKK’ê li Monchengladbachê standa îmzeyan vekir. Standa îmzeyan rastî eleqeyek mezin a gel hat. Di standê de li dijî qedexeya li ser PKK’ê belavok hatin belavkirin û gelek îmze hatin komkirin.
Her wiha li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî, Meclîsa Jinan û Meclîsa Herêmê di çarçoveya kampanyaya ji bo PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, stand hate vekirin. Di standê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û TAJE û TJK-E hatin daliqandin. Stand bi taybetî ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyek mezin hat û gelek îmze hatin komkirin.
Her kes dikare tevlî bibe
Li gorî agahiyên ku ji însiyatîfê hatin wergirtin, her kes dikare tevlî kampanyayê bibe. Kampanya li ser malpera înternetê (http://justiceforkurds.info/Petition/) bi gelek zimanî hate destpêkirin. Kampanya wê li Ewrûpa, DYE, Kanada û Awûstralyayê bê meşandin. Di çarçoveya kampanyayê de navendên civaka Kurd wê bi roleke çalak rabin. Di vê çarçoveyê de wê stant bêne danîn û îmze werin komkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN