Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kampanya peydakirina cîhazên bêhngirtinê kir. Bi vî rengî dixwaze li dijî nexweşiya Covîd-19 ji xelkên herêmê re bibe alîkar.
Di daxuyaniya li ser mijarê de weha tê gotin: “Di rewşa heyî de pêdiviya Rojava bi cîhazên bêhngirtinê zêde ye. Di tedawiya kesên ku bi nexweşiya vîrûsa Koronoyê dikevin de alava herî girîng cîhaza bêhngirtinê ye. Ev cîhazên bêhngirtinê neyên peydakirin hejmara kesên jiyana xwe dest bidin jî wê zêde bibe. Ji bo Rojava wek gava pêşîn 100 cîhazên bêhngirtinê hewce dike. Li gorî lêkolîna saziya me bihayê vê cîhazê bi tevî mesrefên şandinê 23 hezar Euro ye. Ji bo 100 cîhazan 2 mîlyon 300 hezar Euro hewce dike.
Saziya me ji bo peydakirina van cîhazan kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Em jî weke Heyva Sor a Kurdistanê, bang li hemû alîkarxwazan dikin da ku li hemberî belavbuna vîrûsa Koronayê, destekê bidin Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
NAVENDA NÛÇEYAN