Yekîtiya Ewrûpayê, Rêxistina Efûya Navneteweyî bi pirranî bang li rejîmên weke yên Çînê, ya Tirkiyeyê, ya Îranê yên totalîter û dîktatoriyê dikin, da ku mafên sereke yên mirovan binpê nekin. Başûrê Kurdistanê, nexasim jî desthilata PDK'ê kir ku êdî dinya alem bang li Hikûmeta Başûr bike, da ku rêzê ji mafê sereke yên mirovan re bigire.
Rêxistina Efûya Navneteweyî (AI) ji bo azadiya girtiyên Behdînanê kampanyayek da destpêkirin.
Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 16’ê Sibata 2021'ê li Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm her yekî 6 sal cezayê hepsê birî. Piştî wê, Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê jî hefteya bihurû biryar erê kir.
Nerazîbûna li hemberî biryara dadgehê roj bi roj li qada navnetewî zêde dibe. Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo azadiya rojnamevanan kampanyaya îmzeyan bi rengê çalakiya bi lez da destpêkirin.
AI'yê xwest her kes bi zimanê xwe nameyê binivîse, yan jî ew nameya ku wan amadekiriye, ji Nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî re bişîne. Name li ser malpera rêxistinê peyda dibe.
Her kes dikare vê nameyê ji emaîla Dîndar Zêbarî re bişîne. Emaîla Dîndar Zêbarî jî di nava nameya AI'yê de heye.
YE jî aciz bû
Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya ku bi pirranî li beramberî rêveberiya Başûr û binpêkirinên wê yên mafan bêdeng e, vê carê hew xwe girt û got, "Divê dadgehkirina adilane û azadiya îfadekirinê jî tê de, hurmetê bidin gelek mafan."
Delegasyona Iraqê ya Yekîtiya Ewrûpayê di daxuyaniya xwe fikarên xwe ji ber rewşa mafê mirovan îfade kir. Wê biryara dadgehê ji bo ragihandina dengên cihê yên Başûrê Kurdistanê û ji bo ku rojnamevan bê tirs karibin karê xwe bikin, weke astengiyeke mezin dît.