Kampanya Amedsporê ya zindanan

Sêşem 5 Îlon 2023 - 00:08

Komeleya Alîgiran a Berxwedan a Amedsporê bi navê ‘Em pira azadiyê ji bo zindanan ava dikin’ kampanya da destpêkirin. Bi vê kampanyayê tê armanckirin ku pirtûkan bigihînin girtiyan, bi vê wesîleyê bala civakê bibin ser girtîgehan. Endama Koma Berxwedan a Jinan a Amedsporê Sînem Çuhadar derbarê kampanyayê de axivî.

Armanc pirtûk bigihêjin girtiyan 

Sînemê di axaftina xwe de diyar kir ku yek ji armanca destpêkirina kampanyaya wan ev e ku moral bidin girtiyan, ji ber ku girtî ji alî xwegîhandin û peydakirina pirtûkan de pirsgirêkan dijîn û got;“Hevalên me nikarin pirtûkan peyda bikin. Pirtûkên bi PTT’ê tên şandin jî nagihêjin hevalên me. Armanca me eve ku em hem pirtûkan bigihînin wan û li dijî bihabûna pirtûkan piştevaniyê ava bikin. Bi vê armancê me ev kampanya da destpêkirin. Em bawer dikin ku wê gelê me pirştgiriyê bidin kampanyaya me. Me xwest em dengê hevalên xwe yên girtî bidin bihistin.”

Eger pirtûk bên kampanya didome 

Sînemê destnîşan kir ku kampanya di 29’ê Tebaxê de dest pê kiriye û got: “Me ev kampanya bi armanca agahdarkirinê da destpêkirin. Armanca me em dengê hevalên xwe yên girtî bidin bihistin. Di kampanyayê de sînor tine ye. Her ku pirtûk bên wê kampanya bidome. Em dixwazin ne tenê ji Amedê ji bajarên din jî pirtûk bên şandin.”

Ji bo hezkirinê aştî ji bo aştiyê berxwedan 

Sînemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wek ekîba berxwedanê wê bi vê kampanyayê sînor nemînin û wiha  bang kir: “Li dijî hişbirê jî kampanya me wê di  demek nêz de dest pê bike. Em ê turnuvayên futbol û voleybolê pêk bînin. Em ê berxwedanê hînî ciwanên bajar bikin. Em bang li ciwan û jinên Kurd dikin ku bila azad bin, bila li mafên xwe bigerin, berxwedêr bin, ji bo hezkirinê aştî, ji bo aştiyê berxwedan. Pirtûkên xwe dikarin bînin Komeleya Alîgirên Amedsporê ya li gel Buket Lahmacun a pişt Kolana Hunerê.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.