Kabîneyê ji xelkê re tiştek nekir

În 6 Çile 2023 - 00:06

Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyî derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û sedemên wê de ji Rojnews re axivî.

Karwan Gezneyî di destpêkê de îşaret bi sedemên rewşa xirab a li Herêma Kurdistan kir û got: “Takrewiya di biryarên siyasî û hikûmraniya li hikûmeta Herêma Kurdistanê de wisa kiriye ku çarenûsek nediyar li benda Herêmê be. Ev jî ji ber hişmendiya hikûmranî ya vê hikûmetê ye. Ji ber ku bêdadî û nezelaliyek zêde di dabeşkirina dahatê de heye.”

Karwan Gezneyî destnîşankir ku kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayek zelal û dadperwerane dahata neftê û dahata tiştên din bi ser bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê de dabeş nake. Cûdahiyê dixe navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de.”

Parlementerê YNK’ê destnîşankir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargoya aborî xistiye ser Silêmanî, îdareya Germiyan, Raperîn û Helebceyê û got, ev cih di warê xizmetguzariyan de hatine paşguh kirin.

Gezneyî di dewama axaftina xwe de got: “Ez ti reformek ku hikûmeta Herêmê di berjewendiya giştî ya welatiyan de kiribe nabînim. Hikûmet li şuna reforman di dahatê de bike û xerciyan kêm bike da ku dahata giştî zêde bike, berovajî dahata şirketan zêde kiriye û di beramber de jî dahata hikûmetê kêm kiriye.”

Karwan Gezneyî da zanîn ku pêwîste proje yasaya budceya Herêma Kurdistanê hebe û got, “Ji bo dahata  Herêma Kurdistanê were zanîn, divê proje yasaya budceyê were parlementoyê  da ku muçe û budce were diyarkirin. Lê heta niha di vê kabîneyê  de proje yasaya budceyê nine.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.