Ka xerca xwendekaran

Duşem 28 Mijdar 2022 - 03:41

Xwendekarên zanîngeha Germiyanê, dest bi xwepêşandanê kirin, lê piştî hewla rawestandina xwepêşandan û çalakiyê, xwendekaran rêya sereke ya Kelar-Silêmaniyê li trafîkê girtin.

Çalakiyên xwendevanên zanîngehê yên ji bo wergirtina xerca mehane, dewam dikin. Li bajarokê Kelarê yê ser bi îdareya Germiyanê, xwendekarên zanîngeh û peymangehan ji bo zextê li desthilatdariyê û aliyên peywendîdar bikin, xwepêşandan kir.

Xwendekarê Zanîngeha Germiyanê, Ebdulrehman Ehmed li ser mijarê got, “Me îro jî xwest wek her roj, ji bo wergirtina mafên xwe, xwepêşandanên xwe dewam bikin, lê danê sibehê, li derdora Zanîngeha Germiyanê hêzeke mezin a emnî hatiye bicihkirin.”

Ebdulrehman Ehmed da zanîn ku xwendekar bi giştî yek deng bûne da ku zextan zêdetir bikin: “Me xwepêşandana li ber zanîngehê, bire ser rêya Kelar-Silêmaniyê û niha me rêya Kelar-Silêmaniyê girtiye ku me rê li hatûçûna wesayîtan girtiye.”

ROJNEWS/KELAR

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.