• Koma Wijdan li aliyekî bang li PDK'ê kir da ku mafên çalakvanên girtî binpê neke, li aliyê din bang li rewşenbîr, mamoste, hizb û rêxistinên Kurd kir da ku van çalakvanan tenê nehêlin. Komê li wijdanê saziyên PDK'ê jî pirsî û hewldanên van saziyan ên reşkirina çalakvanan rûreş kir.

 

Koma Wijdan bang li hemû hizb, rewşenbîr, rojnamevan û mamosteyan kir da ku li dijî kiryarên PDK’ê yên li hemberî çalakvanên li Behdînan û Hewlêrê girtî, bêdeng nemînin. Koma Wijdan got, PDK dixwaze li gorî dilê xwe, çalakvanên di hepsan de bêdeng û bê bandor bike. Koma Wijdan hewldanên saziyên PDK’ê yên hemberî çalakvanan jî şermezar kirin.
Koma Wijdan li ser çalakvanên, PDK’ê ew li Herêma Behdînan û Hewlêrê girtine, daxuyaniyek da û bang li raya giştî kir da ku xwedî derkeve li çalakvanan.

koma wıjdan di daxuyniya xwe de got, «Em hemû dizanin zêdetirî mehekê ye ku saziyên bêdengkirinê yên PDK’ê li herêma Behdînan û Hewlêrê, bi awayekî nerewa û dûrî hemû prensipên yasayî û exlaqî, gelek lawên vî gelî girtine. Bêyî ku rê bidin mafê parastinê, dîtina parêzer û malbatê, hatine girtin. Ev jî binpêkirineke ne rewa ya mafê girtiyan e û dikeve nava kategoriya çetetiyê.»

Êşkence û zexta li hepsiyan

Koma Wijdan di dewamê de dibêje, «Li gorî me hemû hewldanên PDK’ê ji bo şikandina îradeya çalakvanan e; wekî din girtiyan neçar dikin da ku bi zorê îtirafên PDK li ser wan ferz dike, qebûl bikin. Em hemû dizanin, ev çalakvanên hatine girtin, kesên bi îrade û heskiriyên vî gelî ne. Bi hesanî radestî zext û bêdengkirinê nabin, wê nekevin xizmeta vê desthilata sitemkar.

Hinek gotegot hene, dibêjin, ew ê dîmenên çalakvanên hatine girtin, belav bikin, em vê yekê red dikin, weke sernaryoyeke ne exlaqî bi nav dikin û şermezar dikin.»

Mafên girtiyan binpê nekin

Koma Wijdan bang li desthilata PDK'ê jî dike di meseleya mafên hepsiyan de: «Em weke Koma Wijdan dibêjin, pêwîst e bi lez rê bidin parêzer û malbat serdana girtiyan bikin.» Lê herî zêde jî ew bangê aliyên Kurdistanî û gelê Kurd dikin da ku girtiyan tenê nehêle: «Gelo bi rastî ev dîmen li ser razîbûna wan wê were belavkirin yan na. Heger na, wê hemû hewldanên saziyên PDK’ê weke nerewa û senaryo bên dîtin.

Divê gelê me, bi taybet rewşenbîr, mamoste, çalakvan, rojnamevan û her kes li ser vê senaryoyê hişyar bin û zextê li PDK’ê bikin. Rê nedin saziyên PDK’ê helwêsta van çalakvanan veşêre.

Pêwîst e hizb û aliyên siyasî jî helwesta xwe ya li hemberî girtin û êşkenceyê nîşan bidin. Ger bêdeng bin wê ew jî hevkarê wan bin.» SILÊMANÎ