SEMA ÇAGLAK
JINNEWS/AMED
Akademiya Ma Muzîkê niha bi projeyeke nû ya bi navê "Zarok Ma" ji bo perwerdehiya zarokên 2 ta 5 salî dest bi xebatan dike. Mamosteyên Ma Muzîkê bang li xelkê kirin da ku piştiriyê bidin projeyê.
Înstîtûya Goethe ya ji Elmanyayê destekê dide projeyê û kampanyayeke li ser malpera berhevkirina alîkariyê Fongogoyê jî wê bike ku proje biçe serî. Li ser mijarê mamosteyên Ma Muzîkê Evîn Tîryakî û Evîndar Dûlek peyivîn.
Evîn Tiryakî got, “Dersên zarokan me li vir didan, lê belê ji ber pandemiyê me dersên zarokan dabûn sekinandin. Piştre me xwest dibistanekê ji bo zarokan vekin. Zarokên 2 t 5 salî wê li dibistanê perwerde bibin. Me xwest vê carê tenê ji bo zarokan be da ku zarok karibin bêjin, ev cihê me ye.”
Bila dibistan bibe mala zarokan
Evîndar Dûlek jî got, “Şagirtên akademiyê her ku diçû zêdetir dibûn, loma êdî cihê me têra me nekiribû. Me jî ev projeye çêkir. Hem ji bo ku şagirt bê qerebalixî bi rehetî bixebitin, hem jî di çarçoveya tevdîrên pandemiyê de ev proje girîng bû. Em dixwazin gava ku zarok hatin vê dibistanê, wê wek mala xwe ya duyemîn hîs bikin.”
Evîndar Dûlek got, ew ê mehekê li ser Fongogo alîkariyê berhev bikin û xwest xelk alîkariyê bide projeya wan. Di dawiyê de wê got ew ji elaqeya xelkê razî ne: “Civak projeyê meraq dike. Ev jî hêzê dide me. Gava me fikra projeyê bi zarok û malbatan re parve kir, zarok gelek kêfxweş bûbûn. Bi alikariya malbatan, ew xwe digihînin me û dibêjin 'ew dibistan wê kengê vebe' ev tişt ji bo me gelek girîng e."