• Dostê kevokên Keş Mihemed El-Mixlif: Roja ku ez kevokan nabînim yan li cem wan çend seatan rûniştî nemînin, bêhna min teng dibe, ez hîs dikim ku tiştek ji min kêm e. 

Kevokbaz beriya aloziya Sûriyê, bi xwedîkirina kevokên cur bi cur mijûl dibûn, lê piştî têkçûna ewlehiyê li bajar û navçeyên Sûriyê, hejmara kevokbazan kêm bûye. Berê li her taxa Qamişloyê malên kevok xwedî dikirin, hebûn.

Yek ji kevokbazên kevn li taxa El-Teyî ya Qamişloyê dimîne. Heta niha jî xwedîkirina kevokan didomîne. Mihemed El-Mixlif 54 salî ye. Ew ji sala 1977`an ve kevokan xwedî dike. El-Mixlif dibêje, xwedîkirina kevokan ji dixwaziyê tê û li aliyê din hin kes hene ji bo bazirganiyê wan xwedî dikin.

Kevokên kedîkirî nikarin bi tena serê xwe bijîn. Ji ber ku pêwîstiya wan bi xwedîkirinê heye, her wiha di her werzê de divê cihekî li gorî rewşa hewayê ji wan re bê dabînkirin.

El-Mixlif dibêje, kevokên wî bêhna wî fereh dikin: “Heke mirovek bêhna wî teng bibe, bi dîtin yan rûniştineke li cem kevokan, bêhna wî fereh dibe. Ji ber ku kevok sembola aştiyê ne. Ên ku kevokan xwedî dikin jî di kesayeta wan de aramiyek çêdibe.” El-Mixlif dibêje, dema ew civatê bi hevalên xwe re li cem kevokan datîne, pirsgirêkên xwehemûyan ji bîr dike: “Kêfxweşiya vê yekê jî li cem her mirovekî cudatir e.”

El-Mixlif dide zanîn ku roja îro, bêhtir bazirganî bi kevokan tê kirin, lê berê bi pirranî ji eşq û behreya mirovan bû: “Berê min kevokên Xelab xwedî dikirin ên ji bo xemilandinê. Kevokbazên ku berê em ji bo wan diçûn Amûdê, Dirbêsiyê û taxên din ên Qamişloyê, nemane.”

Germ dijminê wan e

Niha di koxikên li ser xaniyê mala Mihemed El-Mixlif de cureyên Mecarî, Homer û yên firînê bi navê Keş hene. Destpêkê li cem El-Mixlif zêdetirî 300 kevokî hebûn, lê niha hejmara wan kêm bûye, mane 100. Pirraniya wan ji ber zêdebûna nexweşiyan, mirar dibin. El-Mixlif dibêje, cureyê bi navê Keş, hin ên firînê ne û ew wan bi seatên ku hewa hênik be, difirînin û wiha dewam kir: “Di germê de em kevokan nafirînin, ji ber ku ew ê nexweş bikevin.”

El-Mixlif dibêje, “Tevî ku em li gorî werzên salê ji bo kevokan cihan çêdikin jî, nexweş dikevin. Ji germ zirarê li çavên wan dike, her wiha nexweşiya bêderman a bi navê ‘day’ bi wan re çêdibe.”

Roja wan nebînim ez kêm im

Mihemed El-Mixlif li ser kêmbûna xwedîkirina kevokan li Rojava jî dibêje, “Ji ber rewşa şer li herêmê xwedîkirin kêm bûye, ji ber ku heke toparanê dest pê kir û em ji neçarî derketin derveyî taxa xwe û dema kevok herî zêde 2 rojan bê xwarin man, mirar dibin.”

Lê Mihemed El-Mixlif bêyî kevokan natebite: “Roja ku ez wan nabînim yan li cem wan çend saetan rûniştî nemînin, bêhna min teng dibe, ez hîs dikim ku tiştek ji min kêm e. Ez birinc, ard, nîsk û nanê hûrkirî didim wan, ev salek e em êm naynin ji ber ku biha ye û ne paqij e.”

ANHA/QAMIŞLO