- Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 215’emîn de didome.
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 215’emîn de didome.
Doh ji ber ku Ferît Şenyaşar çû hevdîtina birayê xwe, Fadil Şenyaşar ê 3 salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê hucreya yek kesî de tê girtin, dayika Emîne Şenyaşar bi tena serê xwe, nobet girt.
Malbatê doh li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê 214 roj in didome. Pankarta me 14 roj in di bin çavan de ye, dayika min li pêş edliyeyê ye, ez jî (Ferît Şenyaşar) di hevdîtina birayê xwe yê 3 sal in li Xarpêtê bi awayekî bêhiqûqî tê girtin de me. Edalet li ku ye nediyar e!”
RIHA