Jiyana zarokan serûbin bû

Çarşem 4 Îlon 2024 - 00:22

Savaş Çelîk ê li navçeya Kopê ya Mûşê dijiya, ji ber sedemên siyasî di sala 2016’an de tevî hevjîn û 6 zarokên xwe neçar ma ku koçî Sûriyeyê bike. Di sala 2022’an de dema hewl dida derbasî Ewrûpayê bibe, li Lubnanê hate binçavkirin û ew şandin Tirkiyeyê. Çelîk li Tirkiyeyê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Dumlupinar a Erziromê. Piştî girtina Çelîk, dayika zarokan jî ji ber sedemên siyasî nekarî vegere lewma zarokên wan li derve man. Li ser vê yekê mamê zarokan Vasif Çelîk ji bo dîsa zarokan bîne Kopê, kete nava hewldanan. Mam Çelîk, ji bo biraziyên xwe D. Ç. (16), Z. Ç. (14), E. Ç. (12)  A. Ç. (9), F. Ç. (10) û F. Ç. (11) bîne Mûşê, çû başûrê Kurdistanê. Lê bi hinceta nasnameyên zarokan kevne 4 rojan li Deriyê Sînor hatin sekinandin. Piştî ku destûr nehate dayîn zarok derbas bibin, mam Çelîk bi zarokan re li Deriyê Sînor ê Xabûrê asê ma. 

Piştî nûçeya ajansa Mezopotamya pêr bi şev destûr dan ku mam û zarok ji Deriyê Sînor derbas bibin. Zarok li wargeheke girêdayî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya li navenda Şirnexê hatin bicihkirin. Zarok heta ku DNA’ya wan û bavên wan ê girtî jihev bigirin wê li wargehê bimînin. Hate zanîn ku piştî jihevgirtina DNA’yê dê zarok radestî mamê wan bên kirin. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.