Jiyana zarokan di tehlûkê de ye

Sêşem 12 Kanûn 2023 - 00:39

Ji ber dorpêça hikmeta Şamê ya li ser Şehbayê rewşa zarokan di xeteriyê de ye û pêwistiya wan bi dermanan heye.

Kedkarên beşa zarokan a nexweşxaneya Avrîn diyar kirin ku, ji ber dorpêça hukmeta Şamê ya li ser Şehbayê beşa zarokan di rewşa herî zehmet de ye û destnîşan kirin ku her 24 saetan pêwîstiya zarokan bi derman û derziyan heye.

Her wiha eşkere kirin ku nexweşiyên zikçûnê û bronşît belav in û pêwîstiya zarokan bi dermankirinê heye.  

Hin dayîkan, diyar kirin ku ji ber bronşîtê zarokên wan ev 10 roj in li nexweşxaneyê ne û pêwîstiya wan bi dermankirinê û derziyan heye.

Dayîkan dan zanîn ku eger elektirîk hebûya, wan dikarî zarokên xwe li mal derman bikirina.

Bi betaniyan xwe germ dikin

Hikumeta Şamê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê  dijwar kiriye û nahêle pêdiviyên jiyanî, sotemenî jî di nav de derbasî taxan bibin. Bi hatina zivistanî re zehmetiyên şêniyên zêdetir dibin. Şênî neçar dimînin ji bo germankirinê alternatîfên sotemeniyê peyda bikin. Hinek berhemên qumaşan dişewitînin û hinek din xwe bi betaniyan germ dikin.

Avesta Hemo ya 32 salî dayika 3 zarokan e, kurê wê yê mezin 13 salî ye û yê biçûk 9 salî ye betaniyan tenê wekî jêdera germkirina mala xwe bi kar tîne. Avesta Hemo got: "Ji ber dorpêça ji aliyê hikumetê ve hatiye ferzkirin vê zivistanî jî madeya germkirinê li mala me tune ye. Ji ber buhabûna sotemeniyê kirrîn zehmet e. Zivistaneke din bêyî madeyên germkirinê bi ser me de hat." Avesta xîtabî rêxistinên mafên mirovan û cîhanê kir û got: "Halê me bibînin û li gorî wê tev bigerin. Divê hûn zextê li hikumeta Şamê bikin da ku dev ji siyasetên xwe yên xeniqandina gel berde." Hêjayî gotinê ye, di encama ambargoya giran a li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Helebê de, par zarokên bi navên Wîsam Seydo 4 salî û Hisên Kîbar 17 salî ji ber nebûna alavên germkirinê jiyana xwe ji dest dan. Beriya çend rojan jî zaroka bi navê Sozdar Hesen 4 salî li kampên li Şehbayê ji sermayê jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.