Tevî ku hêzên gerîla, li ser banga KCK´ê biryar dan ku çalakiyên leşkerî rawestînin jî artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve bênavber êrişan dike.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Hêzên me yên gerîla di pozîsyona parastinê de ne û banga tevgera me di pratîkê de bi cih tînin. Lê belê tevî vê yekê jî êrişên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.’’

 

Li herêma Zê (Zapê)

11'ê Sibatê saet di 21:00 de, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan van êrişan. Di encama helwesta parastinê ya hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

11'ê Sibatê, çeperên berxwedanê yên li derdora qada Çemçoyê 27 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

ANF/BEHDÎNAN