Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha Mexmûrê a li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, di roja 114’an de didome.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştarê pêşengiya greva birçîbûnê dike. Doh di roja 113’an a grevê de koma 57’an çalakiya greva birçîbûnê dewir girtibû. Kom wê îro çalakiyê dewrî koma 58'an bike.
Di merasîma dewrgirtinê de li ser navê koma 56’an, Jiyan Tekîn got: “Ev çalakî ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin. Divê em wekî gelê Kurd tevlîbûna xwe ji bo van çalakiyan zêdetir bikin. Armanca me azadiya Rêbertiyê ya bi fîzîkî ye. Heta em Rêber Apo azad nekin, em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Ji bo azadiya Rêber Apo em wek jinên wargehê ji her cûre çalakiyan re amade ne. Jiyaneke bê Rêber Apo bê wate ye û em wê jiyanê qebûl nakin.”
MEXMÛR