• Li Başûrê Kurdistanê welatiyên ku baweriya wan bi partiyên desthilatê û mixalefeta her di hembêza wan de nema, doh kêm çû ser sindoqên hilbijartinê. PDK´ê bi lîstikên weke xirakirina cîhazan û komkirina çekdaran li ber navendên hilbijartinê dîsa dest werda hilbijartinan. 

Hilbijartina Parlamena Iraqê doh saet 07:00´an dest pê kir û heta saet 18:00´an dewam kir. Bi giştî beşdariya welatiyên Iraqê û xasma jî ya hilbijêrên li Başûrê Kurdistanê kêm bû. Ji ber vê jî gelek aliyan bang li welatiyan kir da ku dengê xwe bidin. Tevî vê rewşê jî li gelek deveran mafê hilbijartinê yê welatiyan hat binpêkirin. Heta saeta amadekirina nûçeya me jî hîna ti encamên demkî, fermî yan jî ne fermî nehatibûn amadekirin. Lê belê di hilbiajrtinên taybet ên înê yên ji bo pêşmerge û penaberan de dengên ji bo partiyên sereke PDK û YNK´ê ji caran kêmtir bûn.

Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê roja 8’ê Cotmehê milyonek û 196 hezar kesan di çarçoveya proseya dengên taybet de çûn ser sidoqan û dengên xwe bi kar anîn. Ligel dengdêrên ku di 8’ê Cotmehê de deng dabûn, bi giştî li Iraqê 23 milyon û 986 hezar û 841 dengdêr hene.

Li gelek deveran sindoqên denganê hatine danîn. Lê astengî gelek bûn. Hê doh ji serê sibehê ve tevî ku saetekê bi derengî dengdanê li Şengalê dest pê kir jî, li pêşiya bikaranîna dengdana dengdêrên li Şengalê astengî hatin derxistin.

Her wiha li gorî medyayên mixalif li gelek navendên dengdanê cîhazên elektronîkî yên dengdanê xira bûne. Ji ber vê yekê jî li gelek navendan dengdan sekiniye.

Ji destpêka pêvajoya hilbijartinê ve li hin cihên wek Kerkûk û parêzgeha Diyaleyê li dijî navendên dengdanê êrişên çekdarî pêk hatin û li hin navendan jî alozî derket.

Wekî din rêjeya bikaranîna dengan li Başûrê Kurdistanê nexasim li parêzgehên Hewlêr û Dihokê kêm e û ji ber rewşa siyasî ya hatî avakirin gel naxwaze biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne.

Ji bo mafên Kurdan ên destûrî

Li Başûrê Kurdistanê nedana dengan, ji bo gelek aliyan pirsgirêkeke cidî ya rewabûnê ye jî. Lê aliyên demokrasiyê yên weke Tevgera Azadî û PADÊ jî ji bo ku nûnerên nerazîbûna milet bişînin parlamena Iraqê fikaran dikin û ji ber wê jî wan jî bang li hilbijêran kir da ku dengên xwe bidin. 

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah li Silêmaniyê dengê xwe bi kar anî û banga tevlîbûna dengdanê li welatiyan kir. Hevserokê Tevgera Azadî got, “Divê vê carê welatî nûnerên ku hilbijêrin, ji yên beriya niha hîn xurtir herin Bexdayê da ku bikarin mafên desturî yên Kurdan bi dest xin. Niha Iraq di hemû aliyan de hilweşiyaye û Iraq ne milkê Iraqiyan e. Ji ber destwerdanên derve ti hêza wê nemaye. Hêvîdar im ku ji encama vê hilbijartinê hikûmetek bihêz were avakirin ku herî kêm bikare pêşî li destwerdan û dagirkeriya li ser xaka Iraqê, bigire.”

Namzetê serbixwe Mihemed Hesen jî bang li welatiyan kir da ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Mihemed xwest welatî bi bikaranîna dengên xwe li Iraqê guhertinek giştî çêkin. Namzetê Serbixwe yê hejmara 29 ya herêma 4 a Silêmaniyê bang li komîsyona hilbijartinê û çavdêrên rêxistinên navneteweyî jî kir da ku hilbijartineke pak çêbibe, çavdêriyeke baş bikin.

Li Şengalê çi kirin?

Li Şengalê serê sibehê navendên dengdanê bi derengî vebûn. Piştî ku vebûn jî cihazên dengdanê nexebitîn. Van hemûyan rê li ber pirsên gelo Şengalî tên astengkirin, vekirin. Axir piştî nîvrojê çûna ser sindoqan li Şengalê zêde bû. 

Namzetê PADÊ Şêx Semîr Dewrêş piştî ku dengê xwe bi kar anî, da zanîn ku li gelek cihan bi dehan cîhazên dengdanê naxebitin û ev yek wekî lîstikekê bi nav kir. Şêx Semîr bang li civaka Êzîdî kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve û dengê xwe bi kar bîne. Şêx Semîr Dewrêş bang li gelê Şengalê kir û got: “PDK li pey wê yekê ye ku bi rêya hilbijartinê Peymana 9’ê Cotmehê pêk bîne, ji ber vê jî divê Êzîdî hemû xwedî li baweriya xwe derkevin.” 

Meyan Yûsif ji bo dengê xwe bide namzetê PADÊ Şêx Semîr ji ber bahaneyên xirabûna amûrên hilbijartinê, bi saetan li ber navenda dengdayînê sekinî û di encama israra xwe de dengê xwe bi kar anî. Şengalî nekarîn heta saet 11.00’an dengê xwe bi kar bînin tevî ku li Iraqê saet 07:00´an dengdanê dest pê kiribû.

Meyan Yusif dazanîn ji gelek welatiyan re gotine, cîhaz wê gelek dereng çêbe. Ev jî nîşan dide ku lîstik li dijî namzetê PADÊ be.

Nûnerên xwe yên rast hilbijêrin 

Namzeta Serbixwe ya Kerkûkê Şîrîn Ebdula got, hilbijartin roja cezakirin û dadgehkirinê ye. Şîrîn bang li her kesê kir da ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Şîrîn bang li xelkê kir da ku bi wijdanî deng bidin û nûnerên xwe yên rasteqîn hilbijêrin.

Wezîfedarê sindiqoan bi xew ve diçin

Yek ji wezîfedarên sindoqan ên ji Başûrê Kurdistanê ê bi navê Razwan Ebdulqadir, doh wêneyê xwe li ser medyaya dîjîtal parve kir. Di bin de jî bi Soranî nivîsî: Ji ber ku îş nîne hindik ma xew bi ser çavên me de bigire. 

Ev jî nîşan dide ku li gelek deveran beşdariya hilbijartinan li gorî caran pirr kêm e û bi awayekî ji awayan boykoteke nerêxistinkirî heye.     

 

Çekdar li ber navendên dengdanê kom kirin

PDK li navçeya Çomanê hêzeke zêde bi çekên giran li ber derê navendên dengdanê kom kirin û ev yek jî binpêkirina qanûna hilbijartinê ye.

Li gorî agahiyên ji Çomanê, PDK bi dengdanê re hêzeke mezin a Zêrevanî li ber derê navendên dengdanê yên navçeya Çomanê ya ser bi Hewlêrê kom kirine. Rêveberê Komîteyên YNK’ê li Herêma Balekayetî, Loqman Werdî derbarê mijarê de got; “Hêza PDK ya Zêrevanî bi çekên giran li ber derê navendên dengdanê hatine bicihkirin. Welatî ji ber van hêzan ne razî ne. Em ê li ser vê mijarê gilî bikin û hewl bidin ev hêz ji ber derê navendên dengdanê biçin.”

NAVENDA NÛÇEYAN