Jinên Ranyayî: Divê jin yekgirtî bin

Pêncşem 6 Adar 2025 - 03:05

Jinên Ranyayê bi munsaebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wiha gotin:"8’ê Adarê ji bo jinan rojeke girîng e. Ji ber ku di wê rojê de jinan li hemberî tundiyê dest bi berxwedanê kirin û daxwaza mafên xwe kirin. Divê êdî jin jî di wê rojê de yekgirtî û yekrêz bin.”

Li gel nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li seranserê cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi çalakî û helwestên xwe pêşwaziyê lê dikin.

Di vê çarçoveyê de çalakvanên navçeya Ranyayê ya navenda Îdareya Raperîn bi boneya 8’ê Adarê banga yekrêziya jinan têkoşîna li dijî tundiya li ser xwe û her wiha banga Rêber Apo ya bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi germî pêşwazî kirin.

Derbarê vê mijarê de çalakvan Esmer Elî wiha got: “Roja 8’ê Adarê ez li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Divê êdî em wekî jinan di her çar parçeyên Kurdistanê de yekgirtî bin û helwesteke me hebe û bi dengekî û rengekî yekgirtî bin da ku planên li ser jinan têk bibin. Ji ber ku dijmin qet dest ji komkujiya jinan bernadin û naxwazin jin zîrek û şiyar bin.”

Esmer Elî behsa wê yekê jî dike ku Serok Apo her tim aştîxwaz bûye û dijî şer bûye û wiha pê de çû; “ Serok Apo her tim ji bo aştî û aramiyê li ser xetê ye, şer ji bo Kurd û dewleta Tirkiyê jî serkeftî nabe û wê tenê weke berê ziyanên bêhempa bide.”

Her wiha çalakvan Awaz Îsmaîl derbarê heman mijarê de nêrînên xwe bi van gotinan parve kir; “8’ê Adarê ji bo jinan rojeke girîng e. Ji ber ku di wê rojê de jinan li hemberî tundiyê dest bi berxwedanê kirin û daxwaza mafên xwe kirin. Divê êdî jin jî di wê rojê de yekgirtî û yekrêz bin.”

Awaz Îsmaîl diyar kir ku Rêber Ocalan nexşerêyeke aştiyê danî ber destê desthilatdarên Tirkiyê ku ev aştî bikaribe pêk were û got; “Ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo gelê Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn ev pêvajoya aştiyê berhem dê bide. Divê em wekî jinan di vê rojê de, ji bo serkeftina vê pêvajoyê soza xwe careke din dubare bikin ku piştgir û alîgirê wê nexşerêyê bin ku Birêz Ocalan destpê kiriye.”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.